🔴 Êrîşên ku Îsraîl û DYA’yê li dijî Îranê dane destpêkirin di roja xwe ya nehemîn de ne. Di dema ku pevçûn bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin, ji aliyan derbarê qedera şer de daxuyaniyan hatin dayîn. Civata Pisporan a Îranê, rêberê dînî yê nû hilbijart. Rêberê nû yê dînî yê welat, kurê Elî Xameneyê ku hatibû kuştin, Mucteba Xameney bû.
Civata Pisporan a Îranê ragihand ku kurê Elî Xameneyê ku di êrîşa Îsraîl-DYA’yê ya 28’ê Sibatê de hatibû kuştin, Mucteba Xameney wekî rêberê nû hat hilbijartin. Di daxuyaniya Civata Pisporan de hat diyarkirin ku Mucteba Xameney bi piraniya dengan hatiye hilbijartin. Bi vî rengî Xameney bû rêberê sêyemîn ê Komara Îslamî ya Îranê. Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku bibin yek. Ji bo ku Civata Pisporan rêberê nû hilbijêre, dengên du ji sê parên endaman bes bû. Ji ber ku welat di pêvajoya şer de bû, lidarxistina civînê rîsk dihewand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo komkirina endamên ku li cihên cuda bûn, xebateke berfireh hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku kargehên Sekreteriya Civata Pisporan hatine bombekirin û hin xebatkar û tîmên ewlehiyê jî hatine kuştin.










