Galatasaray di Derbiya Stenbolê de bi Ser Ket

Spor

🔴Di hefteya 25’an a Super Lîgê de, di derbiya li Stadyuma Tupraşê de Beşiktaş û Galatasaray hatin pêşberî hev. Di lîstika ku kartên zêde hatin nîşandan de, zer û soran bi gola Victor Osimhen 1-0 bi ser ketin.

Di hefteya 25’an a Super Lîgê de derbiya ku futbolhezan bi meraq li bendê bûn, di navbera Beşiktaş û Galatasarayê de hat lîstin. Galatasarayê maç 1-0 qezenc kir. Di lîstika li Stadyuma Tupraşê de tansiyon û tundî zêde bû û hakem neçar ma ku gelek caran serî li kartên xwe bide.

Di derbiya ku bi giştî 11 kart hatin nîşandan de, ji Beşiktaşê 3 lîstikvanan karta zer dît, ji Galatasarayê jî 7 lîstikvan bi karta zer hatin cezakirin. Di tîma Galatasarayê de Leroy Sane, piştî lêkolîna VAR’ê di deqîqeya 62’an de karta sor dît û tîma xwe 10 kes hişt.

Gola Serkeftinê ji Osimhen Hat

Kêliya ku qedera maçê diyar kir di nîveka yekem de qewimî. Dema deqîqe 39 nîşan dida, Victor Osimhen di nav qada cezayê de fersenda dîtî veguherand golê û Galatasaray derxist pêş. Ev gola golkerê Nîjeryayî, bû gola yekane ya derbiyê.

Di nîveka duyem de her çend Beşiktaşê ji bo wekheviyê zexta xwe zêde kiribe jî, gola ku lê digeriya nedît. Galatasarayê ku 10 kes mabû, bi lîstikeke bergirî ya xurt karibû serdestiya xwe ya skorê biparêze.

Rewşa Puanan

Bi vê encamê re, Galatasarayê yekem serkeftina xwe ya derbiyê ya vê sezonê bi dest xist û puanê xwe derxist 61’ê. Beşiktaş jî, piştî rêze-maçên xwe yên bêyî têkçûn, di derbiyê de xesirî û di 46 puanan de ma.

 

 

Van jî bibîne

 

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi Boneya 8’ê Adarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Kuveytê re civîya

Nûçeyên Sereke