Amedekariyên jinan bo 8ê Adarê: Qeyrana aborî bandor li me kir

AMED – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jin, ji bo 8ê Adarê berê xwe didin firoştgehên cilên Kurdî lê ji ber bihabûnê gilîdar in. Xeyat û firoştgehên Amedê yên cilên Kurdî difiroşin dibêjin her ku diçe eleqeya bo cilên Kurdî zêde dibe lê ji ber qeyrana aborî jî kes nikare bikire.

Sibe li Amedê û hemû bajarên Bakurê Kurdistanê 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan tê pîroz kirin. Li gel ku eleqeya bo cilên Kurdî zêde bûye, ber bi 8ê Adarê ve jin dest bi amadekariyên xwe dikin û cilên Kurdî dikirin. ‘Cilên Kurdî dixwazin lê ji ber bihayê zêde nakirin’ Xeyata bi navê Roza Dalli dibêje wan bo 8ê Adarê amadekarî kirine lê li gorî hêvî kirine cil nefirotin e.

Dalli got: ‘’Qeyran bandoreke zêde li me kir. Eeleqeyeke mezin bo cilên Kurdî heye, bûye moda lê mixabin ji ber bihayên zêde bûye tişteke luks. Em qumaşên xwe bi dolar distînin ji ber vê jî bihayê wan li gorî Tirkiyê zêde ye. Yên ku tên bazarê jî dikin ji bihayê wê gilîdar in.’’ 

‘Li ser cilên Kurdî hîna zext hene’ Dalli di berdewamiya axaftina xwe de got li heber cilên Kurdî hîna zextek jî heye û berdewam kir: ‘’Gelek ciwanên me di mîtîngan de ji ber cilên Kurdî têne vegerandin û zext li ser wan dikin. Cilên Kurdî nabe ku qedexe bin û tiştek wisa jî nîne, tenê dixwazin tirsekî ava bikin. Ev jî li hember ciwanên me astengek e. Tevî van tiştan jî em dibînin êdî xelk di şahiyên xwe yên taybet de jî cilên Kurdî dihilbijêrin. Heta niha gelek cil li ber destê minin û ez ji ber dawetê amade dikim’’

Xeyateka din a bi navê Devrîm dibêje ciwan dixwazin bi cilên Kurdî rojên xwe pîroz bikin û got:

‘’Em hewl didin bi bihayeke erzan cilên xwe bifiroşin lê cardî jî di 8ê Adarê de sekinînek heye. Me gelek amadekarî kirine helbet xelk tên vir û dibêjin em dê bo 8 û 21ê Adarê cilên Kurdî bistînin. Em dibînin ku eleqeyeke mezin heye. Xelk zêdetir bo dawetan têne vir û cil distînin.’’

Bikireke ku bo cilên Kurdî hatiye gel xeyata Devrîm dibêje ew îsal bi kelecan in û got: ‘’Em piştî êşeke mezin hêviya tiştên xweş dikin. Ji ber wê jî min xwest bi cilên Kurdî xwe bixemilînim.’’

Van jî bibîne

 

Hikmet Serbilind: Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be…
Zeynep Casalini dê beşdarî Newroza Amedê nebe: Bername hat betalkirin

Nûçeyên Sereke