Amedspor ji bo lûtkeyê derdikeve qadê!

Spor

🔴Li Amedê kelecana futbolê îşev digihîje lûtkeyê. Di têkoşîna krîtîk a ku ji nêz ve bala lûtkeyê dikişîne de, Amedspor dê di qada xwe de bi Seriksporê re bê pêşberî hev.

AMED – Pêşbirka tije kelecaan, dê îşev di saet 20.00’an de li Stadyuma Tahir Elçî dest pê bike. Amedspor a ku ket virajeke girîng a pêşbirka lûtkeyê, dê li pêşberî alîgirên xwe bi armanca serkeftineke mutleq derkeve qadê.

Di vê têkoşîna dijwar de dê hakem Berkay Erdemir fîksê lê bide. Her du tîm jî beriya maçê amadekariyên xwe temam kirin û li benda saeta pêşbirkê ne.

Beriya 8’ê Adarê ji bo jinan ketin bêpere ye

Rêveberiya Amedsporê, beriya Roja Jinan a Cîhanê ya ku nêzîk dibe, biryareke bi wate da. Li gorî biryara hatî girtin, alîgirên jin dê karibin pêşbirka îşev bi awayekî bêpere li tribûnan temaşe bikin.

Li stadyumê ji bo alîgirên jin beşên taybet hatin amadekirin û her wiha ji bo li tribûnan bêne belavkirin pûşî û flamayên (kaşkol) bi rengê mor jî hatin amadekirin. Tê payîn ku ev jest li tribûnan dîmenên rengîn ava bike.

 

 

Van jî bibîne

 

Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar
Li mexdûrên Licê derbeya parêzeran; Ji bo Hasip Kaplan lêpirsîna nû

Nûçeyên Sereke