🔴 Li navçeya Sûra Amedê, Goristana Derê Diclê (Yenikapı) bi taybetmendiya xwe ya civakî balê dikişîne. Ev goristan ne tenê cihê veşartina miriyan e, di heman demê de wekî “arşîva zindî” ya tifaqa eşîrên Zaza yên herêmê tê pênasekirin.
AMED (Nûpel) – Navçeya dîrokî ya Amedê, Sûr, ku bi sê goristanên xwe yên sereke (Derê Mêrdînê, Derê Diclê û Fîsqeya) tê naskirin, îro bi çîrokeke balkêş a civakî di rojevê de ye. Goristana Derê Diclê (Çot Hewz-Yenikapı Mezarlığı) ji goristanên din vediqete; ji ber ku hema bibêje hemû kesên lê hatine veşartin, ji heman herêm, eşîr û gundan pêk tên.
Tifaqek ku bi Mirinê re naqede
Goristana Derê Diclê bi giranî bûye warê ebedî yê şêniyên taxên Fatih Paşa û Xançepekê. Koka kesên ku li vir radizên, diçe başûrê navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê û gundên bakurê Licê. Ev rewş wekî nîşaneya herî xurt a parastina çanda hevpar û tifaqa herêmî tê nirxandin.
“Nefesa min li vir dertê”
Welatiyê bi navê Galîp Duzgun (65) ku ji gundê Bilokan ê herêma Kavarê ye, çîroka vê girêdanê bi hestiyarî vedibêje. Duzgun anî ziman ku tevî piştî bûyerên Sûrê mecbûrî koçê bûne jî, ew her tim serdana mezargehê dike û wiha axivî:
“Bavê min, kalê min, pîra min û ya herî girîng jî hevala min a jiyanê li vir radizin. Dema ez têm vê derê, nefesa min dertê, ez xwe bi hizûr hîs dikim. Ev însanên ku îro li vir in, hemû cîranên hev bûn. Tifaqa mayînde li vê goristanê veşartiye.”
Eşîrên ku li Cot Hewzê bi hev re radizên
Li gorî zanyariyan, goristan bi giranî ji endamên eşîrên Mistan, Botiyan û Ziktê pêk tê. Gundên ku miriyên wan li Yenîkapiyê di bin heman axê de ne, wiha têne rêzkirin:
• Ji herêma Dara Hênî: Mistan, Murtezan, Bilokan, Kaxkîg, Kavar, Şatos û Mexson.
• Ji herêma Licê: Xosor, Zengesor, Heşedere, Kancware.
Arşîveke Zindî ya Dilsoziyê
Goristana Derê Diclê mînakeke kêmpeyda ya hev girtina eşîrî ye. Ev yek nîşan dide ku ev civat ne tenê di saxiya xwe de, di mirina xwe de jî naxwazin ji hev biqetin. Derê Dîclê îro li bin Sûrên bi heybet, wekî mîrasa tifaqa Zazayan û sembola dilsoziyê bala gelek kesan dikişîne ser xwe.










