Li Peyasê Ji Bo 8’ê Adarê Çalakiyeke Rengîn: Zarokan Bi Destê Xwe Kulîlk Çandin

Çand û Huner

🔴 AMED – Li Navenda Geşepêdana Zarokan a Perperikê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî çalakiyeke watedar hat lidarxistin. Zarokan kulîlkên ku bi destên xwe çandibûn, diyarî dayikên xwe kirin.

Li Kreş û Mala Lênihêrtinê ya Zarokistana Perperikê ya ku di bin banê Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, kelecana 8’ê Adarê hebû. Di ve o bi perwerdehiya xwe ya pirzimanî tê naskirín de, zarokan ji bo dayikên xwe surprîzeke taybet amade kir.

Bi Destên Biçûk Diyariyên Mezin

Zarokên biçûk li baxçeyê navendê li hev civiyan û bi alîkariya mamosteyên xwe, di guldankan de kulîlk çandin. Zarokên ku bi baldarî û daxwazeke mezin axû tov gihandin hev, kedeke mezin ve ku diyariyên xwe amade bikin.

Dilê Dayikan Şa Bû

Piştî xebata li baxçe, zarokan ew kulîlkên ku bi destên xwe çandibûn, weke diyariya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pêşkêşî dayikên xwe kirin. Dayikên ku bi ve diyariya watedar û kedê hatin pêşwazîkirin, hestên xwe yên kêfxweşiyê anîn ziman.

/Nûpel/

Van jî bibîne

 

Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a DEM Partiyê: Meclîs ne meqama noterê ye
Gelo DYA dê Operasyoneke Bejayî bi ser Îranê de pêk Bîne: Daxuyaniya ji Trump

Nûçeyên Sereke