NÛPEL – Zimanxane ya ku li Stenbolê ji bo hînkirin û pêşxistina zimanê Kurdî hatiye avakirin, di 21’ê Hezîranê de dê bê vekirin. Rêveberê komeleyê Hacî Erbek da zanîn ku ew ê ji bilî hînkirina ziman, xebatên çand û hunerê jî bikin.
Li Stenbolê ji bo pêşxistin û hînkirina zimanê Kurdî komeleyeke nû tê avakirin. Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane), di 21’ê Hezîranê de li navçeya Umraniyeyê tê vekirin. Di komeleyê de ji bo mezinan 2, ji bo zarokan jî poleke xwendinê heye. Di qonaxa ewil de dê ders bi zaravayê Kurmancî bêne dayîn, di pêvajoyên pêş de jî dê ders bi zaravayên din jî bêne dayîn. Ji bilî hînkirina zimanê Kurdî, armanc ew e ku xebatên çand û hunerê jî bên kirin. Komele dê çalakiyên wekî nîşandana fîlman, hevdîtinên bi nivîskaran re û rojên îmzeyê jî li dar bixe.
Armancên komeleyê

Yek ji rêveberên komeleyê Hacî Erbek diyar kir ku wan Zimanxane bi kedeke kolektîf ava kirine û piştevanên wan ên herî mezin gel e. Erbek bangewaziyên rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan ên li ser xwedîderketina li zimanê Kurdî bi bîr xist û got: “Celadet Bedirxan dibêje ‘Xizmeta zimanê Kurdî bikin. Eger derfeta we tunebe, qîmet û qedrê yê xizmetê dike bizanibin’. Gelê me di mijara ziman de xwedî hestiyariyeke mezin e. Em jî hewl didin di vê qadê de xizmetê bikin.”
Erbek bal kişand ser wê yekê ku divê Kurdî zimanê perwerdeyê be û wiha axivî: “Zilm û zexta li ser ziman heye. Lê belê divê em rexnedayînê jî bidin; Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye, di vê qadê de zehmetî hene û ev asîmîlasyon e. Lê em êdî xwe bi xwe jî asîmîle dikin. Ji ber vê yekê armanca me ya herî mezin ew e ku em saziyên ziman û xebatên ziman bikin navenda qada siyasî.”
Erbek anî ziman ku Zimanxane dê ne tenê saziyeke ziman be, ew armanc dikin ku xebatên çand û hunerê jî bi xebatên ziman re bimeşînin. Erbek da zanîn ku ji bilî nîşandana fîlman, hevdîtinên bi nivîskaran re û rojên îmzeyê, ew ê di rojên taybet ên têkildarî zimanê zikmakî û Kurdî de jî hin çalakiyan li dar bixin.
Banga beşdariya vekirinê
Erbek ev tişt gotin: “Kurd 50 sal in ji bo ziman têkoşîneke bêeman didin. Lê belê hêj bi temamî nekariye hebûna xwe temam bike. Yek ji sedemên vê jî kêmasiyên di qada ziman de ne. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne û di vê qadê de îddîakar in. Dê xwendekarên me hebin, em ê wan perwerde bikin, paşê ew ê bibin mamoste. Em ê bi ziman û nasnameya xwe di nava vê têkoşînê de cih bigirin.”
Erbek bang li hemû rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk û hemû aliyan kir ku beşdarî vekirina di 21’ê Hezîranê de bibin.
Çavkanî: MA










