Dema însan tê jibîrkirin bi temamî dimire.
Mirin tenê ji alîyê laş ve nabe.
Du cureyê mirinê hene. Pêşî laş dimire û koçî cîhana ebedî dike. Dema li vê cîhana beşerî navê wî/wê hate jibîrkirin lê wê cîhanê ebedî giyanê însan bi temamî dimire.
***
Tê bîra min dema em zarok bûn ji bo roja pêncşemê me digot “êvara înê”. Ji bo xatirê mirîyan me êvara înê çi xwarin li malê dihat çêkirin sênîyek xawrin ji cîrana re dibir û ji bo gîyanê wan me ji Qur’anê Yasîn dixwend.
Li gorî rîvayet û çîrokên mezinên me digotin rewş bi vî rengî bû: êvara înê heta serê sibehê gîyanê mirîyên malê dihatin zîyaretê. Li ser sinca malê li malxweyên/zûrîyeta xwe dinêrin. Dema mirî bêne bîranîn gîyanê wan bi kêfxweşî dîsa derbasî cîhana ebedî dibin û ji bo yên mayîn dûa dikin. Lê heger neyên bîranîn û ji bo wan qencîyek neyê kirin bi xemgînî û li gorî hîn rîvayetan jî bi nifiran dîsa derbasî cîhana ebedî dibin.
***
Hin caran li gund bi navê “Zêw” şahî dihat kirin. Lê bi vî navê gelek cureyên şahîyê li nav me Kurdan tê kirin. Lê li gundê me zêw li ber zîyaretê/goristanê dihat kirin. Li ber kêleka mirîyan me şahî dikir û keyf dikir. Li malê çi xawrin hebû me dikir sênîkên xwe û em dihat ber zîyaretê û me sofreyek xweş amade dikir. Bi hev re me dixwar û vedixwar.
***
Ev cara çendaye nizanim lê min dîsa fîlmê Coco temaşe kir. Dema niha difikirim çanda me û ya Meksîkayan hinekî dişibe hev. Di çanda wan de şeva mirîyan heye û di çanda me de jî êvara înê heye. Ew salê carekê mirîyên xwe bibîr tînin lê em herî kêm heftê carekî wan tînin bîra xwe û ji bo wan tiştên baş dikin.
***
Jibîrkirin hêsan nîn e.
Ne hêsan e meriv yarê ji dilê xwe biavêje û jibîr bike.
***
Her çiqasî koka peyva însan ji “îns”ê bê jî lê dîsa jibîrkirin hewqasî hesan nîn e.
Wateya “îns”ê “kesê jibîr dikê” ye.
Jibîrkirin nebe em nikarin pêş bikevin.
Baş e ku bi saya jibîrkirinê em dimeşin û dewam dikin.
Lê mixabin çi dikim jî nikarim te jibîr bikim.
***
Lê mixabin çi dikim jî nikarim te jibîr bikim.
Wekî Beytocan, agir dikeve dilê min û xew nakeve çavê min.
Saet di 02:20 şeva tarî de van peyvan dikim rêz ji bo xatirê te.
***
Tu ji min dûr ketî û ez jî ji te dûr ketim.
Sal, meh, demsal û sal derbas bûn lê êşa evîna te hîn taze ye.
Lê hew dikarim vê êşa ragirim
***
Wekî di fîlmê Coco da dihat gotin dema kesek bi temamî tê jibîrkirin bi tamamî jî dimire.
Vaye dixwîye ez nikarim te jibîr bikim….
Ji kerema xwe tu min jibîr bike da ez hem bi laş û hem bi gîyan temamî bimirim.
Min azada bihêle…










