NÛPEL – Mehmet Emîn Karayilan, birayê mezin ê yek ji damezrînerên PKK’ê Murat Karayilan, li Dîlokê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Emîn Karayilan (74), doh bi mebesta şopandina tedawiya keça xwe çûbû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê. Hat zanîn ku Karayilan li nexweşxaneyê krîza dil derbas kiriye û tevî hemû hewldanên bijîşkan nehatiye rizgarkirin.
Cenazeyê Karayilan piştî karûbarên li nexweşxaneyê, ji bo karûbarên otopsiyê û prosedurên morgê bo Goristana Yeşîlkentê ya Dîlokê hate veguhestin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê çaverêkirin ku cenazeyê Karayilan sibe ji morgê bê wergirtin û li goristana Taxa Sakîltanê ya navçeya Bîraçûkê ya Rihayê, li ser axa bav û kalan bê spartin axê.
Çavkanî: Rûdaw










