NÛPEL – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları, serdana mamosteyên di greva birçîbûnê de kir û banga bersivdayîna daxwazên wan kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê mamosteyên di bin banê Platforma Mamosteyên mexdûrê Mulakatê û Sendîkaya Mamosteyên Sektorê Taybet de hatin cem hev ve hatiye destpêkirin, ji bo çareserkirina mexdûriyetên ji ber sîstema mulakatê û pêkanîna daxwazên wan, di roja xwe ya sêyemîn de didome. Ziyaretên piştevaniyê yên ji bo çalakiya ku li Enqereyê, li ber avahiya Sendîkaya Mamosteyên Sektorê Taybet tê meşandin, berdewam dikin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û şanda pê re serdana mamosteyan kirin û piştgirî dan wan. Tulay Hatimogullari piştî ziyaretê li qadê daxuyanî da. Hatimogullari diyar kir ku mamoste ji ber ku ji xebat, meş, ziyaret û çalakiyên salan e dimeşînin tu encam negirtine, li nava Enqereyê ketine greva birçîbûnê. Hatimogullari anî ziman ku daxwazên mamosteyan bi mafên bingehîn ên mirovî û aborî ve girêdayî ne. Hatimogullari ifade kir ku mamoste daxwaza rêkûpêkkirina meaşê bingehîn û çareserkirina bêewlehiyên di jiyana kar de dikin û got ku karkerên perwerdeyê meaşekî ku bikaribin bi awayekî mirovî pê bijîn dixwazin. Hatimogullari destnîşan kir ku mamosteyên di saziyên perwerdeya taybet de dixebitin, ji ber meaşên kêm û sepanên mobbingê mexdûriyetên cidî dijîn.
‘DAXWAZÊN MAMOSTEYAN PIR HÊSÎN IN’
Tulay Hatimogullari diyar kir ku daxwazên mamosteyan “pir hêsan, pir mirovî û daxwazên ku divê bibin” in û got ku ew daxwaza rêkûpêkkirina meaşê bingehîn û çareserkirina gelek bêewlehiyên di jiyana kar de dikin. Tulay Hatimogullari got, “Yanî meaşekî ku bikaribin bi awayekî mirovî pê bijîn dixwazin. Ji ber ku li saziyên taybet perwerdeyê didin, naxwazin rûbirûyê mobbing û polîtîkayên meaşên kêm ên saziyên taybet bibin. Ger mamosteyên me îro li dibistanên taybet di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de bixebitin, ev ne mirovahî ye. Jixwe mamosteyên me yên karkerên cemaweriyê jî heman mexdûriyetan dijîn. Lê belê mamosteyên me yên di sektora taybet de dixebitin, rûbirûyê mexdûriyetên pir girantir in. Ji bo çareserkirina van mexdûriyetan deriyê tu partiya siyasî nema ku nedin ber xwe. Tevî ku daxwaza randevûyê ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yên ku dixwestin pê re hevdîtinê bikin, kirin jî, bersiveke erênî nedan daxwazên wan.”
‘MAMOSTEYÊN ME NAYÊN TAYNÎKIRIN’
Tulay Hatimogullari soza Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyip Erdogan a di dema hilbijartinê de ya li ser rakirina mülakatê bi bîr xist û diyar kir ku li Tirkiyeyê li şûna lîyakatê, sîstemeke ku nêzîkatiya siyasî esas digire tê meşandin. Tulay Hatimogullari got, “Îro ciwanên me yên ku 90 pûan girtine û dixwazin bibin karkerên cemaweriyê, dikevin îmtîhanan. Tevî ku pûanên pir bilind digirin jî, di mülakatan de bi pirsên wek ‘Kîjan pirtûkê dixwînî?’, ‘Ji kîjan nivîskar û helbestvanî hez dikî?’ yên ku bi qayîmbûna pîşeyî re eleqeya wan nîne, tên nirxandin û nayên girtin. Mamosteyên me nayên tayînkirin. Mamosteyên me yên nayên tayînkirin, dema dixwazin li cihekî din kar bibînin, nikarin wî karî jî bibînin. Di demekê de ku bêkarî, xizanî û birçîbûn li Tirkiyeyê ewqas kûr bûye, tevî ku hewcedariya bi mamosteyên me heye û di dibistanan de valahiya kadroyan heye, nayê qebûlkirin ku tayînkirin nayên kirin.”
‘ŞÎDET LI MAMOSTEYAN HAT KIRIN’
Tulay Hatimogullari wiha berdewam kir: “Werin em wek civak, wek welatiyên Tirkiyeyê li cem mamosteyên xwe bêtir xurt bisekinin û em hemû bi hev re dengê xwe bigihînin desthilatdariyê. Divê daxwazên mamosteyên me bi cih bînin. Divê dengê mamosteyên me yên di greva birçîbûnê de ne, bê guman bê bihîstin. Û dîsa daxwaza herî girîng a hevalên me yên mamoste ew e ku bi cîgirên komê yên AKP’ê re hevdîtinê pêk bînin, derdên xwe ji wan re vebêjin û biaxivin ku em çawa dikarin bi hev re çareseriyê hilberînin. Û em ji vir bi rêya medyayê daxwaza randevûyê ya van hevalan radigihînin û divê bersivê bidin vê daxwaza randevûyê.”
‘ME MAMOSTEYÊN DESTXWÎNK DÎTIN’
“Ji bo mafên xwe, ji bo kar, nan û aşê xwe têdikoşin, şîdeteke pir giran li mamosteyên me yên hêja û malbatên wan hatiye kirin. Îro li dayikên me gaza îsotê hate rijandin. Min roja ewil li televîzyonê temaşe kir. Xwişkeke me ya sergirtî, sîngê jinikê yê sergirtî didirrin û neçar dimîne şapikê li xwe bike. Û dîsa me dît ku çawa wê hêza ewlehiyê, wê polîsê ceketê li ser jinikeke sergirtî parçe parçe dike, me şahidî ji vê re kir. Û dîsa di vê çalakiyê de me dît ku hêzên ewlehiyê hewl didin jinan wek sergirtî û ne-sergirtî ji hev cuda bikin. Hinek berê me mamosteyên destxwîn û milşîn dîtin. Ev şermezariya vê desthilatdariyê, vê şêwaza rêveberiyê ye. Mixabin hêzên ewlehiyê ji kesên ku mafê xwe dixwazin, têdikoşin û daxwazên xwe yên demokratîk bilind dikin re, wekî ku dijmin in an jî ji derveyî welat hatine, tevdigerin.”
‘BILA ÇAVDERÎKIRÎ DERHAL BÊN AZADKIRIN’
“Em ê bên da ku bi xwişkên xwe û jinên ku hûn li parlementoyê, li qadan û li meydanan şîdetê li wan dikin û wan bi sergirtî dirêj dikin re bibin yek û em ê li her derê bibin deng û nefesa we. Û niha 14 mamosteyên me di nav de Serokê Sendîkaya Mamosteyên Sektorê Taybet Eren Edebali jî hene, di bin çavan de ne. Divê kesên hatine binçavkirin derhal bên berdan. Wek DEM Partî, em ê bibin deng û soza we û piştevaniya têkoşîna we bikin. Em ê bê guman bi ser bikevin, hûn ê bê guman bi ser bikevin û em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi yekbûnê bi ser bikevin. Tirsê me nîne, tirsê me nîne. Heta ku em mafê xwe nestînin, vegera malê nîne.”
Çavkanî: MA










