NÛPEL – Di konferansa li Stenbolê de ku nîqaşa “pêşeroja hevpar” dihat meşandin, ji Şandeya Îmraliyê Ozgur Erol diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewcedarî bi Yasaya Aşitiyê heye û pirsî: “Her kes qezenc dike, çima Kurd qezenc neke?”
“Konferansa Veguhastina Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” ku li Îstanbûlê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Konferansa ku bi temaya “Di Sedsala Duyemîn de Pêşeroja Hevpar” hat lidarxistin, bi rûniştina çaremîn berdewam kir. Moderatoriya rûniştina bi sernavê “Ji Civakê Ber bi Dewletê Ve Derfetên Demokratîkbûnê” Akın Birdal kir. Şükrü Aslan bi sernavê “Doka Sosyolojîk a Piralî ya Komarê ku bi Siyaseta Yekperest Hatî Çewisandin”; Ruşen Seydaoglu bi sernavê “Rola Avaker a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştiyê û Azadiyan de”; Mehmet Bekaroglu bi sernavê “Neteweperestî, Welatparêzî, Welatîbûn?”; Ozgur Erol jî bi sernavê “Komar, Kurd û Derfeta Veguhastina Hiqûqî ya Demokratîk” pêşkêşiyên xwe kirin.
Birdal diyar kir ku tevgera azadiya Kurd di 40 salên dawî de hem ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo demokratîkbûna komarê gelek derfet afirandine, lê ev derfet nehatine bikaranîn û feraseta nijadperest-mîlîtarîst 100 sal in berdewam dike.
ASLAN SÎYASETA ‘TURKKIRINÊ’ VEGOT
Şukru Aslan da zanîn ku serjimêriya yekemîn a di sala 1927’an de hatî kirin, di diyarkirina nasnameya etnîkî ya Tirkiyeyê de bûye diyarker û got: “Li gora serjimêriya sala 1927’an li Tirkiyeyê 21 zimanên zikmakî hatin tespîtkirin. Beşek ji van zimanên koçberan bûn. Beşek jî zimanên qedîm ên vê erdnîgariyê bûn. Weke Kurdî, weke Rûmî, weke Tirkî. Min dît ku ev hejmara zimanan hîn bêtir bû. Suryanî di vê serjimêriyê de tune bû.” Aslan bal kişand ser belavbûna zimanan û mînakên wekî “Li Mêrdînê nifûsa ku Erebî bi kar tîne pir zêde bû. Ji sedî 28’ê kesên ku zimanê wan ê zikmakî Arnavutî bû li Îstanbûlê bûn. Ji sedî 70’ê kesên ku zimanê wan ê zikmakî Ermenî bû li Stenbolê bûn” da. Aslan bal kişand ser rewşa Kurdî jî û diyar kir: “Li Amedê hejmara kesên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî bû 132 hezar bû. Hejmara kesên ku digotin Tirkî 56 hezar bû. Ev ferq li hinek bajaran hîn mezintir bû. Li Sêrtê 75 hezar kesan Kurdî, yên din Tirkî gotibûn. Li Colemêrgê hejmara kesên ku digotin zimanê min ê zikmakî Tirkî ye 1044 kes bûn. Nifûsa wê wekî 17 hezar di qeydan de derbas bibû.”
‘LI SER KURDAN GIRANTIR REWŞEK ÇÊBÛ’
Aslan behsa wê yekê kir ku li hemberî vê sosyolojiyê çawa siyasetek hatiye meşandin û got: “Siyasetek hat pêşxistin ku em van hemûyan bikin Tirk. Ev bû siyaseta fermî ya vê komarê.” Aslan bal kişand ser vê yekê ku ligel Kurdî zimanên din jî hatine qedexekirin û got: “Ew siyaset li ser Kurdan pir girantir rû da. Ne tenê li erdnîgariya Kurdan, li tevahiya welat ji bo guhertina navên cihan komîsyon hatin avakirin.” Aslan da zanîn ku li Tirkiyeyê bi van siyasetan re rûbirûbûn çênebûye û diyar kir: “Bi vê konferansê em Tirkiyeyê vedixwînin maqûlbûn û rûbirûbûnê. Ez hêvî dikim ku rênîşanderên siyasetê encamên vê konferansê li ber çavan bigirin.”
HÊJA REWŞA XETA JINÊ YA AZADÎXWAZ
Paşê Ruşen Seydaoglu behsa têkoşîna 50 salên dawî ya jinên Kurd kir û anî ziman ku li hemberî feraseta ku jinê di nava malê de heps dike û her cûre tundiyê li ser dimeşîne, pergala hevjiyana azad û hevserokatiyê xistine meriyetê. Ruşen Seydaoglu anî ziman ku “Li dijî siyaseta yekperest têkoşîna ’em ê siyaseta demokratîk çawa ava bikin’ meşand. Jineolojî afirand. Lêkolîn kir ku ‘gelo zanistek civakê pêkan e’ û di xala ku vê rêxistin dike de cih girt.” Ruşen Seydaoğlu got ku aştiya mayînde tenê bi guhertina wekheviyên strukturî, mekanîzmayên dervehiştinê û têkiliyên serdestiyê pêkan e. Seydaoglu bal kişand ser vê yekê ku di guhertina jinên Kurd de serkeftina herî mezin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û diyar kir ku pergala azadîxwaza jinê prototîpa komara demokratîk pêşkêş dike.
Ruşen Seydaoglu wiha berdewam kir: “Turnusola komara demokratîk û gelo wê serkeftî bibe an na, di nêzîkatiya hemû ‘yên din’ de ye li hemberî azadîxwaziya jinê. Ev di xaleke diyarker de ye. Yên din ên ku dixwazin komarê demokratîk bikin, wê dev ji axaftina li şûna jinan berdin? Dema komara demokratîk tê avakirin, em difikirin ku pirsên weha hene ku divê yên din jî xwe pê bipirsin. Ma wê li dijî pergala ku hiyerarşiyan diafirîne, ji bo ku jin bibin pêşengên pergalê gavekê paş de biavejin? Dema jin dibêjin ’em statuya xwe ya makezagonî dixwazin’, ma wê ev bibe daxwazeke hevpar? Dema em dibêjin ’em dixwazin bi komun an meclîsên xwe di nav pergalê de cih bigirin’, ma wê ev bibe daxwaza hevalên me yên mêr? Dema em azadîxwaziya jinê esas bigirin, ez difikirim ku em hîn nêzîktirî komara demokratîk in.”
BEKAROGLU: DIVÊ MAFÊN HER KESÎ BÊN GARANTÎKIRIN
Mehmet Bekaroglu bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku dibe ku di rojên pêş de di meclîsê de guhertineke girîng bibe rojev. Bekaroglu pênaseya welatîbûnê ya di makezagonê de rexne kir û got ku hewcedarî bi pênaseyeke weha heye ku her kes xwe aîdî wê hîs bike. Bekaroglu anî ziman ku netewe nayên paşguhkirin û dîtina wan nayê redkirin, divê bersiva pirsa “merjên jiyana hevpar çawa dikarin pêk werin” bête dayîn û wiha lê zêde kir: “Divê pergalek wisa bête avakirin ku mafên her kesê li ser vê axê dijî bi makezagonê bête garantîkirin. Lê ev têra nake. Hewcedarî bi pênaseyeke welatîbûnê ya ku ji vê bêtir e heye.” Bekaroglu xwest ku pergalek wisa bête avakirin ku her kes bi welatê xwe serbilind bibe û got: “Divê ez bikaribim bibêjim ez bi vê serbilind im. Ev tenê bi guhertina makezagonê ne pêkan e. Ji ber vê yekê civakîbûna pêvajoyên aştiyê û girtina tedbîrên pêbaweriyê girîng e. Hewcedarî bi pergalek wisa heye ku tê de daxwazên mîna ‘Ez mirov im, ez dixwazim wekî mirov di ewlehiyê de bim, divê zikê min têr bibe û mafê min ê hilbijartinê hebe…’ ji bo her kesî werin dabînkirin.”
PÊVAJOYA SÊYEMÎN A ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Ozgur Erol jî axaftina xwe bi nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser komarê dest pê kir. Erol bal kişand ser vê yekê ku Abdullah Ocalan pêvajoya avakirina komarê wekî “pêvajoya yekemîn a entegrasyonê” dinirxîne û diyar kir ku komar di vê heyamê de otoriter tevgeriyaye. Erol got: “Di pêvajoya duyemîn a entegrasyonê de jî komar negehiştiye herikîneke berbiçav a ber bi komara demokratîk ve. Pêvajoya ku em tê de ne, dikare wekî pêvajoya sêyemîn a entegrasyona Kurdan a di nav komarê de bête binavkirin.” Erol destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ligel Kurdan, entegrasyona hemû beşên ku rastî neheqiyê hatine jî girîng e. Erol destnîşan kir ku Bangawaziya 27’ê Sibatê “bangawaziya komarê ya ji bo girtina ber çavan a demokrasiyê ye” û got: “Ev bangawazî li dijî vê bêpergalî û li dijî rewşa makezagona li hemberî makezagonê bû.”
‘ÇIMA KURD QEZENC NEKE?’
Erol bal kişand ser sê bandorên mezin ên çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Heke em ji bo Kurdan bifikirin; pencereya mezin a siyaseta neteweyî û herêmî vedike. Ji bo Tirkiyeyê; kilîta herî mezin a ku di dîroka komarê de li pêşiya demokrasiyê asteng e vedike. Ya sêyemîn; hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn, dînamîka Kurd ji krîmînalîzasyonê dertîne û demokratîzebûna wê dabîn dike. Di her sê piyan de jî yê diyarker tevgera Kurd dibe. Ev ji ezmûnên ku bi dehan salan dikişînin û ji dînamîzma Kurd tê. Hinek dibêjin ku wê Kurd jî ji vê pêvajoyê sûd werbigirin. Bê guman wê sûd werbigirin. Her kes qezenc dike, çima Kurd qezenc neke?” Erol bal kişand ser vê yekê ku Kurd hem li derveyî hiqûqê û hem jî li derveyî sosyolojiyê hatine hiştin û got ku di dirêjahiya dîroka komarê de cezakirineke kolektîf di rojevê de bûye. Erol anî ziman ku Kurd bi awayekî kolektîf hatine cezakirin û got: “Pêvajoya entegrasyona demokratîk, hebûna kolektîf a civaka ku rûbirûyî vê rastiyê bûye pênase dike. Ev rasterast bi naskirina qadê ji bo civaka demokratîk re têkildar e.”
Erol diyar kir ku ji bo ku serhildana Kurd ji deryasayîbûnê derkeve hewcedarî bi Yasaya Aşitiyê heye û got: “Ev yasa mafê siyasetkirin û rêxistinbûnê dide Kurdîtiya ku serî hildaye.” Erol anî ziman ku ev yasa berpirsiyariya “li şûna têkoşîna çekdarî, meşandina siyasetê bi rêgezên hiqûqa demokratîk” li ser milê aliyê serhildêr jî bar dike. Erol behsa taybetmendiyên ku ji yasayê tên hêvîkirin kir û ev tişt anî ziman:
Divê saziyek wisa hebe ku berdewamiya vê pêvajoyê û mûxatebên pêvajoyê bihewîne,
Divê piştî yasayê, mafê siyaset û rêxistinbûnê ji bo kesên ku wê ji vê yasayê sûd werbigirin tê de hebe.
GOTINÊN ABDULLAH OCALAN VEGOTIYAN
Erol di qonaxa duyemîn de destnîşan kir ku divê “çerxa demokrasiyê” bigere. Erol diyar kir ku divê rastiya Kurd qanûnîbûnê bi dest bixe û gotinên Abdullah Ocalan ên wiha veguhast: “Guherandina civakên ku bi hêrseke mezin barkirî ne, bêyî nirxên exlakî yên mezin ne pêkan e. Civak tansiyoneke mezin dijî. Ji bo vê yekê em israr û lezê dikin.”
Akin Birdal di dawiya rûniştinê de wekî amadekarên konferansê silav ji Abdullah Ocalan re şand.
Çavkanî: MA









