NÛPEL – Nivîskar û helbestvana kurd Yildiz Çakar, bi pirtûka xwe ya bi navê “Nebîrhatin” ku par di meha mijdarê (novamber) de di çarçoveya projeya “Female Exile” a li ser navê Magdalena Münchenê wekî pirtûkeke hunerî hatibû çapkirin, îsal jî beşdarî çalakiya wêjeyê dibe. Ev çalakî ji bo danasîna berhema şanoyê ya taybet “Nicht erinnern können” (Nebîrhatin) tê lidarxistin. Çalakiya xwendinê ya bi sernavê “Wir… Weiter” (Em… Berdewam) ku bi hevkarî û piştgiriya Leonrodhausê tê amadekirin, dê di 21’ê Hezîranê de pêk bê.
Pirtûk Bi Hejmareke Sînordar Hatî Çêkirin
Çapa taybet a pirtûka hunerî ya şanoya bi navê ‘Nebîrhatin’ bi piştgiriya Mala Wêjeyê ya Munîhê (München) û ji aliyê hunermend Raquel Ro ve bi şêwaza lîtoprafiyê (çapa li ser kevir) hate amadekirin. Di vê berhemê de nivîs, sêwirandin û çapa wê ya hunerî jî ji aliyê Raquel Ro ve hatine çêkirin.
Di bernameyê de gelek nivîskarên edebiyat û hunerê li hev dicivin. Gava ku Yildiz Çakar dê beşên ji pirtûkê bi kurdî bixwîne; hevkar û beşdarên projeyê Sara Gómez, Tobias Roth, Raquel Ro jî dê bi xwendin, Azad Yusuf Bingol jî bi wergerê cihê xwe di bernameyê de bigirin. Di bernameyê de her wiha pirtûka duzimanî ya bi navê “Mohra Reş / Dunkles Siegel” ya Çakar bê xwendin. Xwendin dê ji aliyê Çakar û Tobias Roth ve bê xwendin.
Moderatoriya bernameyê, dê ji aliyê Christina Madenach ve bê kirin. Piştî xwendina berheman, li ser mijarên wekî hafize, sirgûn, ziman û têkiliya navbera edebiyat û fotogeriyê gotubêjeke kûr û berfireh bê lidarxistin.
Naveroka Bernameya:
Şemî, 20’ê Hezîranê (Saet 18:00 – 20:00)
• Cih: Leonrodhaus, Qata 2’yan, Korîdor
• Beşdar: Anna Job, Thomas Lang, Sara Gomez û weke mêvan Laia Marti Puig.
• Naverok: Nivîskar dê berhemên xwe bixwînin, performansa xwe nîşan bidin û bi temaşevanan re bikevin guftûgoyê.
• Moderator: Christina Madenach
Yekşem, 21’ê Hezîranê (Saet 16:00 – 18:00)
• Cih: Leonrodhaus, Qata 2’yan, Korîdor
• Beşdar: Yildiz Çakar, Raquel Ro, Sara Gomez û weke mêvan Azad Yusuf Bingol û kesên din.
• Naverok: Di vê rojê de xwendina berheman, werger, nîşandana berhemên hunerî û guftugo dê li pêş bin.
• Navnîşan: Leonrodhaus, Dachauer Straße 116, Ketina 2’yan (Eingang 2), Qata 2’yan (2. Stock)











