Nevzat Ozgen diyar kir ku goristanên hatin xerakirin li gel dema di ser re derbas bûye hîn nehatiye sererastkirin û got, “Ji bo parastina nirxên manewî pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn ji dil û berfireh heye.”
Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya beriya niha qediya li gelek bajarên Kurdistanê goristanên gerîlayan hatin xerakirin. Goristanên ku piraniya wan di dema pêvajoya çareseriyê de ji aliyê gel ve hatin avakirin, bi makîneyên kar û êrişên hewayî hatin wêrankirin. Li goristanên ku li herêmên nêzî navenda bajaran hatin avakirin, kêlên wan hatin xerakirin, konteynir û avahiyên ji bo îbadetê hatin avakirin jî hatin hilweşandin.
Li goristanên li qadên çiyayî yên dûrî navenda bajaran jî gor ne tenê hatin xerakirin, di heman demê de serdana mirovan a li van herêman hate qedexekirin. Bi taybetî li goristanên li Herekol, Gabar, Bagok û Dersimê nêzî deh salan serdan nekarî bihata kirin.
Bi pêvajoya diyalogê re ya ku par destpê kir, serdana li goristanên beriya niha qedexe bûn jinûve destpê kir. Lê belê malbatên ku piştî bi salan serdana goristanan kirin, li gorên hilweşiyayî û xerakirî rast hatin.
Malbatên ku di rojên taybet û cejnan de serdana goristanan dikin, di nava kevirên şikestî de hem li gorên xizmên xwe digerin hem jî hewl didin îbadeta xwe bikin. Ji ber ku heta niha goristan nehatine sererastkirin û jinûve nehatine avakirin, malbat nerazî ne.
Malbat bangê dikin ku divê goristan weke berê bê sererastkirin û dawî li dijminatiya li hestî û miriyan bê anîn. Malbatan gotin, “Divê dawî li hiqûqa dijminatiyê” bê anîn û diyar kirin ku êrişên li ser goristanan di heman demê de êrişên li dijî hişê civakî ye. Malbatan ragihandin ku wê bi dewamî xwedî li nirxên xwe derkevin.
BEŞEK JI GORISTANAN HATE XERAKIRIN, BEŞEK JÎ BI TEMAMÎ HATE HILWEŞANDIN
Yek ji malbatên ku vê bangê timî tîne ziman malbata Ozgen e. Kekê Nevzat Ozgen, Ferdî Ozgen (Amed) di 11’ê Adara 1999’an de li bejahiya Sasonê di şer de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ferdî Ozgen piştî şer li cihê hatibû veşartin hate derxistin û di sala 2013’an de li gel cenazeyên bi dehan gerîlayan li ‘Goristana Şehîd Amed û Hêvîdar’ a li gundê Sîse yê Licê hate veşartin.
Goristan ku şehîdgeha destpêkê ya li herêmê ye, piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû gelek caran bû hedefa êrişan. Kêlên goran hatin şikandin, gor hatin xerakirin û cihên îbadetê yên li nava goristanê hate hilweşandin.
Nevzat Ozgen anî ziman ku her cejnê wan serdana gora kekê xwe kirin û diyar kir ku neçar man serdana xwe di nava kevirên şikestî yên goristanê de bikin. Ozgen anî ziman ku li gel wî gelek malbat jî li heman rewşê rast hatin û bi bîr xist ku li gel dema di ser re derbas bûye jî goristan nehatiye sererastkirin.
Ozgen destnîşan kir ku divê goristan jinûve bê avakirin û parastin û got, “Pêwîste em xwedî li hiş û nirxên xwe derkevin.” Lewma bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên civakî yên sivîl û malbatan kir.
‘ÊRIŞ LI SER HIŞ Û MANEWIYATÊ YE’
Nevzat Ozgen qala serdana xwe ya dawî ya li goristanê kir û got, “Cejna Remezanê dema çûm goristanê min dît ku parçeyek ji hestiyê kekê min bi qasî 150-200 metreyî pengizî ye.”
Ozgen diyar kir ku bûyerên qewimîn nabe ku tenê weke şikandina kêlan an jî xerakirina goristanê bê dîtin û got, “Ev yek di heman demê de êrişa li ser hiş û manewiyatê ye. Êrişên li hemberî goristanan ne tenê têkildarî kesê miriye, her wiha êrişek li ser malbatên wan û civakê ye. Van mirovan ji xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê destwerdana li goristanan ji bo yên mayî encamên gelekî giran bi xwe re anî. Bûyerên ku qewimîn bandoreke kûr li hişê civakî kir.”
Ozgen destnîşan kir ku bi hesta tolhildanê paşerojek nikare bê avakirin û got, “Civak bi derxistina dersan ji rabirdûya xwe dikare paşerojeke hevpar ava bike. Yahûdî û Elman ji vê rûbirûbûna rabirdûya xwe re weke mînak dikarin bêne nîşandan. Em dikarin vê bikin.”
‘DIVÊ GORISTAN JINÛVE BÊNE AVAKIRIN’
Nevzat Ozgen anî ziman ku perspektîfa aştî û civaka demokratîk a dema dawî firsendeke girîng e û destnîşan kir ku jinûve sererastkirina goristanan û bersivdayina li pêwîstiyên manewî yên malbatan ji bo aştiya civakî wê bibe gaveke girîng.
Ozgen got, “Ev goristan goristanên me hemûyan e. Li vê derê mirovên herî hêja yên civakê radizên. Mirovên ku di temenê ciwantiyê de jiyana xwe ji dest dan. Dayik, bav, xwişk, bira, birazê, dostên wan îro hîn jî hene. Ji ber vê divê siyasetmedar û dewlet bi berpirsyarî nêzî vê mijarê bibin.”
Ozgen destnîşan kir ku goristan divê jinûve bêne avakirin û got, “Ev yek hurmet û berpirsyariyek li pêşberî civakê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane.”
/Çawkani: ANF/










