🔴Aktîvîst Nadîm Mukarreb diyar kir ku li Îranê rêjeya darvekirina jinan di salên dawiyê de zêde bûye û got ku di nava salekê de herî kêm 61 jin hatine darvekirin.
Aktîvîst Nadîm Mukarreb diyar kir ku darvekirina jinan li Îranê di demên dawî de pir zêde bûye.
Nedîm Mukarreb da zanîn ku di sala dawî de herî kêm 61 jin hatine darvekirin û got ku Îran di warê darvekirina jinan de di cîhanê de di rêza yekem de ye.
Nedîm Mukarreb anî ziman ku piraniya darvekirinan ji raya giştî veşartî têne girtin û destnîşan kir ku kêmtir ji sedî 10’ê darvekirinan bi fermî têne ragihandin.
Nedîm Mukarreb diyar kir ku girtiyên siyasî Şerîfe Muhemmedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hê jî di bin gefa darvekirinê de ne. Nedîm Mukarreb, her wiha got ku hin jinên ku di xwepêşandanên dawî de hatine girtin cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Komeleya Parêzvanên Mafên Jinan, bal kişand ser binpêkirinên mafê darizandinek adil, qedexekirina gihîştina parêzerên serbixwe û îdiayên êşkenceyê di pêvajoyên darizandinê de.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan (IHR) û Ensemble contre la peine de mort (ECPM) ve hatine weşandin, di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes li Îranê hatine darvekirin. Di raporê de tê gotin ku herî kêm 48 ji wan kesên ku hatine darvekirin jin bûne.
Rêxistinên mafên mirovan, daxwaza helwesteke navneteweyî ya bihêztir li dijî darvekirinên li Îranê dikin.
/Çawkani: ANF/










