NÛPEL – Di ragihandina “mafê hêvî” ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat kirin de, hat xwestin ku pêvajoya çavdêriyê ji bo pêkanîna biryarên derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din de bi awayekî çalak bimeşe.
Gelek rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê û 10 baroyan, beriya civîna 9, 10 û 11ê Hezîranê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), daxuyaniyek dan komîteyê. Ev ragihandin bi armanca pêkanîna biryarên “pêpeskirinê” (îhlal) hat kirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Tirkiyeyê de di dosyayên “Ocalan 2”, “Kaytan”, “Gurban” û “Boltan” de dabûn.
Di ragihandinê de cih dan biryarên borî yên komîteyê û hat gotin: “Komîteyê di Îlona 2025an de ji Tirkiyeyê daxwaz kiribû ku li gorî îctîhada dadgehê, ji bo reformên qanûnî yên berçav salnameyeke zelal û mekanîzmayeke pêkanbar pêşkêş bike; her weha fikarên xwe yên giran di warê berdewamiya rewşa heyî de tomar kiribû.”
‘Tirkiye pergala heyî diparêze’
Di ragihandinê de hat destnîşankirin ku Tirkiye li gorî biryarên “pêpeskirinê” yên DMMEyê tevnagere û ev îfade hatin bikaranîn:
“Hikûmet bi eşkereyî qebûl dike ku hinek kategoriyên girtiyên ku di bin cezayê hepsa muebeda giran de ne, li derveyî çarçoveya berdana bişert têne girtin; tevî vê yekê jî diparêze ku pergala heyî bes e. Ev nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ku qedexeyên kategorîk ên berdana bişert bi eşkereyî qebûl dike û wekî pêkanînekî ‘îstîsnayî’ û ‘teng’ pênase dike, bi tespîtên di biryara ‘Ocalan (2)’ a DMMEyê de bi zelalî nakok e. Tirkiye pergala giştî ya berdana bişert vedibêje, lê nebûna mekanîzmayeke çavnêriyê ji bo komên girtiyan ên di bin ‘îstîsnayê’ de nanirxîne.
Her weha, beşeke girîng a parastina hikûmetê, li şûna meseleya kêmkirina cezayê, li ser rewayiya rejîmên înfazê yên ewlehiya wan bilind û li ser sîfeta sûcên ku ceza li ser wan hatine birîn hûr dibe. Tirkiye di bersiva xwe ya şopandinê de, qet behsa amadekirina pêşnûmeya qanûnekê, salnameya reformê, xebatên li ser mekanîzmayên çavnêriyê yan jî sozên reformê yên mîna pêkanîna biryarên DMMEyê nake, berevajî vê yekê pergala heyî diparêze. Ev nêzîkatî, rasterast bersivê nade pirsgirêka avahiyî ya ku ji hêla DMME û KW KE ve hatî tespîtkirin.”
Mafê hêvî
Di ragihandinê de hat diyarkirin ku Komisyona Meclisê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin raporekî hevpar amade kiriye, lê gavên berçav nehatine avêtin. Hat gotin ku di rapora hevpar de di çarçoveya lihevhatina biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), dewleta hiqûqê, mafên mirovan û demokratîkbûnê de gelek pêşniyar hatine rêzkirin, lê “gava beşên têkildar ên raporê têne nirxandin, tê dîtin ku tu mekanîzmayeke berçav a ku veguherandina rejîma înfazê ya cezayê hepsa muebeda giran li gorî îctîhada dadgehê dabîn bike, nehatiye pêşbînîkirin.”
Di berdewamiya ragihandinê de ev xal hatin tomarkirin:
“Bi rastî jî, di raporê de cihnedana rasterast a têgeha ‘mafê hêvî’ û pêşniyaznekirina tu modelekî li ser mekanîzmayeke çavnêriyê ya pêkanbar ji bo girtiyên muebeda giran, nîşan dide ku ji nîqaşkirina eşkere ya vê meseleyê tê revîn. Ev rewş nîşan dide ku nîqaşên heyî bêtir di asta prensîb û meylên giştî de mane û çarçoveyeke normatîf û berçav a ji bo rakirina hêmanên qanûnî û avahiyî yên ku dibine sedema pêpeskirinê, hîn nehatiye holê. Ev nêzîkatî dibe sedem ku bi taybetî meseleya ‘çavnêribûna cezayê’ ya ku di îctîhada dadgehê de xwedî cihekî navendî ye, bi awayekî eşkere neyê destgirtin.”
‘Tê nirxandin ku pêpeskirin berdewam dike’
Di ragihandinê de hat destnîşankirin ku di rewşa heyî de çarçoveya qanûnî neguheriye, ceza nayê kêmkirin, tu mekanîzmayeke çavnêriyê tune ye û nîqaş neveguherîne reformên berçav; ji ber vê yekê hat gotin: “Ji ber vê sedemê, tê nirxandin ku pêpeskirin (îhlal) hem di asta kesane hem jî di asta avahiyî de berdewam dike.”
Pêşniyarên hatine kirin
Di dawiyê de di ragihandinê de ev pêşniyar hatin rêzkirin:
Ku Komîte, pêvajoya çavdêriyê ya pêkanîna biryarên Ocalan(2), Gurban, Kaytan û Boltan / Tirkiye bi awayekî çalaktir bimeşîne,
Ji ber ku biryara yekem a di vê komê de di Adara 2014an de hatiye dayîn, serlêder bi bêparkirina ji mafê hêvî bi deh salan e di girtîgehê de têne girtin û bi sedan girtiyên din jî di bin bandora vê rejîma înfazê ya li dijî Peymanê de ne; ev grûb di rojeva civînên asayî yên mafên mirovan ên Komîteyê de cih bigire,
Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê Giştî di çarçoveya ‘Reykjavik Principles for Democracy’ de, di mijara pêkanîna biryaran de diyalogên xwe yên siyasî bi muxatabên neteweyî yên têkildar re xurt bikin û ji rayedarên Tirkiyeyê re nameyekê binivîsin,
Komîte, ji Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hemû koma dozê agahiyên îstatîstîkî daxwaz bike; daxwaza agahiyan bike ku tê de ‘li welat çend kes mehkûmên muebeda giran in, li gorî salan çend kes hatine darizandin, biryarên têkildar di kîjan salan de teqez bûne, kesên cezayê muebeda giran girtine çend sal in di girtîgehê de ne, hejmara girtiyên muebeda giran ên ku ji efûya serokomariyê sûd wergirtine, û hejmara girtiyên muebeda giran ên ku rapora wan a nikarin bi tenê bimînin heye’ hebin,
Li gorî prensîbên di biryarên DMMEyê de hatine diyarkirin, di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku tu cihêkarî bê kirin, qanûnên derbarê qedexeyên kategorîk ên berdana bişert ji bo hinek sûcan bên betalkirin, û banga avêtina gavên giştî yên ji bo guhertina qanûnên ku sedema pêpeskirinê ne bê kirin; her weha doza Gurban group of cases v. Turkey di bin prosedurên xurtkirî de bimîne,
Ji bo ku biryarên DMMEyê yên li ser rejîma înfazê ya heyî bi tevahî bên sepandin, hem di Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275an de hem jî di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) ya bi hejmara 5237an de xalên ku li jor hatine hûrgulîkirin û reformên qanûnî yên ku di çarçoveya pêvajoya muzakereya demokratîk a di rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê de ne, rasterast bi standardên mafên mirovan re têkildar in. Ji ber vê yekê, bi armanca misogerkirina rewayiya demokratîk a guhertinên qanûnî yên pêşniyazkirî û lihevhatina wan bi PMMEyê re, bi taybetî di çarçoveya mafê hêvî de, bi rêzdarî daxwaz û pêşniyar dike ku ev mijar pêşkêşî lêkolîna Komisyona Venedikê bê kirin.
Saziyên ku ragihandin kirine
Rêxistinên maf û hiqûqê û baroyên ku ragihandin kirine ev in:
“Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Di Pergala Înfaza Cezayê de ya Civaka Sivîl (CİSST), Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Îdirê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê.”
Çavkanî: MA









