Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya nû axivî: Siyaset dê berpirsyariya xwe bi cih bîne

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li paytextê Fînlendayê bajarê Helsînkîyê li ser “pêvajoya nû” daxuyaniyên girîng dan û ragihand ku siyaset dê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.

Kurtulmuş ê ku ji bo serdaneke fermî li Fînlendayê ye, li Helsînkîyê bi nûnerên civaka Tirk û nûnerên Civata Îslamî ya Fînlendayê (ku saziya sîwanî ya civaka Tatar a li Fînlendayê ye) re hat cem hev.

“Dê siyaset berpirsyariya xwe bi cih bîne”

Kurtulmuş di nirxandina xwe ya derbarê pêvajoya çareseriyê ya nû de bal kişand ser rapora ku ji aliyê komîsyona di bin sîwana Parlamentoyê de hatî amadekirin û wiha got:

“Di encama xebatên komîsyonê de raporek derket holê. Ji bo pêwîstiyên wê raporê werin cih, siyaset dê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Hêvîdar im em ê di demeke herî nêz de vê pirsê çareser bikin û astenga herî mezin a li pêşiya Tirkiyeyê derbas bikin.”

“Ziyaneke 2,5 trîlyon dolarî çêbû”

Kurtulmuş destnîşan kir ku armanca wan avakirina Tirkiyeyeke weha ye ku tê de tu kes xwe wekî hemwelatiyê pola duyemîn hîs neke û wiha berdewam kir:

“Em ji bo bidopandina vê pêvajoyê bi biryardarî têdikoşin. Bi hêvî me ku em vê meseleya ku nêzî nîv sedsalê ji sedsala yekemîn a Komara me girtiye, bûye sedema canbexşîna bi hezaran mirovên me û zêdetirî 2,5 trîlyon dolar ziyan gihandiye me, li pey xwe bihêlin.”

Serokê Parlamentoyê her weha anî ziman ku dinya di xaleke weha de ye ku rûbirûyî “sîstemeke nû ya pir-navendî” dibe û Tirkiye xwedî wê potansiyelê ye ku bibe yek ji lîstikvanên sereke û avaker ên vê pergala nû.

Van jî bibîne

 

Ji bo 16’emîn Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê Banga Tevlîbûnê
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

Nûçeyên Sereke