NÛPEL – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, ji bo 46emîn salvegera Komkujiya Çorumê daxuyanî dan, banga rûbirûbûn û edaletê kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, ji ber salvegera 46an a Komkujiya Çorumê li ser hesabên xwe yên mediyaya civakî daxuyanî belav kirin.
Bakirhan diyar kir ku berî 46 salan li Çorumê di êrîşên li ser welatiyên Elewî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Wî da zanîn ku vê komkujiyê di hafizeya civakî de “birînên kûr û jênebûyî” vekirine.
Bakirhan di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:
“Komkujiya Çorumê; encameke tal a polîtîkayên tarî, zimanê nefretê û xerabiya birêxistinbûyî ye ku armanca wan berevajîkirina gelan, bawerî û nasnameyan li dji hev e. Tevî ku di ser re bi salan derbas bûne jî, neanîna holê ya berpirsên rastîn bi her alî ve û berdewamkirina feraseta bêcezakirinê, hesta edaletê birîndar dike û êşan zindî dihêle.
Hêzbûna Tirkiyeyê wekî dewleteke hiqûqê ya demokratîk; bi avakirina aştiyeke mayinde ya civakî mimkun e ku tê de gel, bawerî û nasname bi wekhevî, azadî û di nava ewlehiyê de bijîn. Riya vê yekê jî di rûbirûbûneke ji dil û wêrek a bi raboriyê re, derxistina rastiyê û pêkanîna bêkêmasî ya edaletê re derbas dibe.
Ez canên ku me li Çorumê winda kirine bi rêz, hesret û rehmetê bi bîr tînim; kesên ku ev komkujiya organîze pêk anîne, tehrîk kirine û vê hişmendiya tarî careke din lanet dikim. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo rastî, edalet, hemwelatiya wekhev û jiyana hevpar bi biryardarî mezin bikin.”
Hatîmogûllari: Em ê hafizeyê zindî bihêlin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Komkujiya Çorumê “birîneke mezin e ku edaleta wê nehatiye dabînkirin”.
Hatîmogûllari ev tişt tomar kirin:
“Komkujiya Çorumê, hafizeya vê welatî ya ku di tariyê de hatiye hiştin e; birîneke mezin e ku êşa wê naçike, edaleta wê nayê dabînkirin û hîna bi rastiya wê re rûbirûbûn nehatiye kirin.
Ev hafizeya tarî ya ku ji Çorumê heta Mereşê, ji Sêwasê heta Gazî dirêj dibe, hîna zindî ye. Li hemberî nefreta li ser Elewiyan, înkar û pergala bêcezakirinê; em ê hafizeyê zindî bihêlin û em ê tu carî dest ji lêgerîna xwe ya rastî û edaletê bernedin.
Ez canên me yên hatine qetilkirin bi rêz bi bîr tînim. Li ser bingeha hemwelatiya wekhev; em ê jiyana hevpar a ku em ê pê re bi bawerî, nasname û cudahiyên xwe bi hev re û azad bijîn, bi hev re ava bikin.”
Çavkanî: Bianet










