Karwanê 6an ê koçberên Efrînî ji Hisîçayê bi rê dikeve

Nûçe

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ragihand ku sibe zêdetirî 1500 malbatên Efrînî yên li Qamişlo û Dêrikê vedigerin warê xwe.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz de, pêvajoya vegera koçberên Efrînê ya li ser mal û milkên wan didome.

Amadehiyên ji bo karwanê 6an

Piştî vegera 5 karwanên borî, niha amadehî ji bo birêkirina karwanê 6an tên kirin.

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re got:

“Karwanekî din ê koçberên Efrînê yên li parêzgeha Hisîçayê, amadehiyê dike ku vegere gund û bajarokên xwe.

Di nav vî karwanî de zêdetirî 1500 malbat hene.”

Ehmed Hîlalî da zanîn ku ew karwan sibe berê sibehê bi rê dikeve.

Dîlên HSDyê dê werin berda

Ehmed Hîlalî li ser dîlan jî agahî da û eşkere kir ku beriya Cejna Qurbanê dê karwanê dawî yê dîlên HSDyê yên li cem hikûmeta Sûriyeyê werin berdan.

Hîlalî li ser hejmara wan girtiyan jî diyar kir ku xebata hejmartina wan didome.

Amarên vegerê

Divê were gotin ku doh karwanê ewil ên Efrîniyên li herêma Kobaniyê ku ji 600 malbatî pêk dihat, gihîşt Efrînê.

Li ser amarên vegera ji herêma Cizîrê jî heta niha 4 karwanên din vegeriyane Efrînê û navçeyên wê.

Amarên wan karwanan bi vî rengî ne:

  • 9ê Adarê: 400 malbat.
  • 4ê Nîsanê: 200 malbat.
  • 14ê Nîsanê: 800 malbat.
  • 9ê Gulanê: Nêzîkî hezar malbat.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Estî, Cil û Diranên Çêkirî: Çîroka Windabûna Hemze Haran
Mamosteyê Zanîngeha Rojavayê: Em dest ji dersên bingehîn bernadin

Nûçeyên Sereke