387 sal di ser Peymana Qesra Şîrîn re derbas bûn

Nûçe

🔴 Di ser yekemîn parçekirina fermî ya axa Kurdistanê re, tam 387 sal derbas bûn. Peymana Qesra Şîrîn a di sala 1639`an de, mîna xencereke jehrî li laşê Kurdistanê ket, birîneke kûr di dilê dîroka Kurdan de çêkir. Lê îro gelê Kurd ji her demê bêtir li dijî van sînoran li ber xwe dide.

Di dîroka 17`ê Gulana 1639`an de…

Li herêma Zehaw a nêzîkî Qesra Şîrînê, her du împaratoriyên serdest, Osmanî û Sefewî, li ser maseyê rûniştin.

Piştî şerekî giran û wêranker ê 125 salî, wan biryara `Parçekirina axa pîroz a Kurdistanê` dan.

Ev peyman, bêyî agahdarî û vîna gelê Kurd hat îmzekirin.

Sedem jî erdnîgariya Kurdistanê bû, ku di bazirganî û şaristaniyetê de xwedî cihekî girîng bû.

Erd, av, çiya û eşîrên Kurdan di navbera her du hêzan de hatin dabeşkirin.

Kurdistan, ku navenda bazirganî û şaristaniyê bû, veguherî qada şer û tampona parastina 2 împaratoriyan.

Lêkolîner destnîşan dikin ku sînorên Qesra Şîrîn, bûn bingeha Peymana Lozanê û çarparçekirina Kurdistanê.

Piştî sedsalan, Peymana Lozanê ya 1923`yan tenê berdewamiya vê hişmendiyê bû, ku vê carê Kurdistan kir çar parçe.

Lê belê, sînorên ku bi xwîn û hêsiran hatine xêzkirin, nekarîn vîna azadiyê ya di dilê Kurdan de zincîr bikin.

Gelê Kurd ti carî ev parçekirin qebûl nekir û rûpelên dîrokê bi bûyer û serhildanên mezin re zêrîn kir.

Yekemîn bersiva neteweyî ya mezin, di sala 1880`yê de bi Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî hat dayîn, ku wî cara yekem daxwaza dewleteke serbixwe ji bo hemû Kurdan kir.

Sedsala 20`an bû qada rûdanên hîn mezintir.

Di sala 1925`an de Serhildana Şêx Seîdê Pîran li Bakur, di sala 1937`an de Berxwedana Dêrsimê ya bi rêbertiya Seyîd Riza, bûn sembolên herî bilind ên parastina rûmetê.

Her wiha rûdana herî geş, di sala 1946`an de bû, ku li Meydana Çarçira ya Mehabadê, bi pêşengiya Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê hat ragihandin.

Her çendî temenê wê kurt bû jî, lê Komara Kurdistan a li Mehabadê nîşan da ku xeyala yekîtiyê ya Kurdan ti carî namire.

Paşê, li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên mezin çêbûn.

Di sedsala 21`an de jî, cîhanê şahidiya destpêkirina Şoreşa Rojava kir.

Li Kobanê, şervanên Kurd li dijî tarîtiya DAIŞ`ê serkeftineke mezin bi dest xistin û sînorên li ser kaxezan bêwate kirin.

Di vê dema dawiyê de jî, serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, li seranserê cîhanê deng veda.

Ev tişt nîşan didin ku têkoşîna Kurdan gihîştiye asteke gerdûnî.

Ji sala 1639`an û heta îro, dagirkeran her tişt ceribandin; sînor, komkujî û parçekirin.

Çavdêrên siyasî yên Kurd dibînin ku tiştekî ku dagirkeran fêm nekir hebû:

Dilê Kurdistanê nabe du parçe, hişê Kurdan nabe çar parçe.

/Çawkani: nucetv. net/

Van jî bibîne

 

Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî
Li Enbarê 7 gorên bikom hatin dîtin

Nûçeyên Sereke