NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li aliyê Kurdî girt û îdia kir ku çekên ji bo xwenîşanderên Îranê hatibûn veqetandin, ji aliyê Kurdan ve hatine desteserkirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, li Koşka Spî daxuyaniyeke çapemeniyê da û nerazîbûneke tund nîşanî helwesta Kurdan da. Trump diyar kir ku di mijara gihandina çekan a ji bo xwenîşanderên li Îranê de, Kurdan berpirsiyariya xwe bi cih neaniye.
“Tenê Distînin, Distînin û Distînin”
Trump di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku xelkê Îranê yê ku derketiye kolanan hewcedarê parastinê ye, lê çekên ku di ser herêma Kurdan re hatine şandin negehiştine destê wan. Trump got:
“Me wisa dizanî ku dê Kurd çekan bidin wan xwenîşanderan, lê wan em bêhêvî kirin. Kurd tenê distînin, distînin û distînin. Ez ji wan gelekî bêhêvî me.”
Rexne li Kongreyê Girt
Serokê Amerîkayê her wiha nerazîbûna xwe li hemberî piştgiriya Kongreya Amerîkayê ya ji bo Kurdan jî anî ziman. Trump destnîşan kir ku li Kongreyê nav û dengekî baş ê Kurdan heye û wekî şervanên jêhatî tên pênasekirin, lê wî ev nêrîn red kir û got:
“Nexêr; tenê dema ku pereyan distînin baş şer dikin.”
“Min ji destpêkê ve nedixwest çek ji bo wan werin şandin. Min gotibû ew çek nagihin destê xwenîşanderan û ez rast derketim.”
“Ez di Vî Karî de Nû me!”
Trump bi awayekî îronîk bal kişand ser pêşbîniyên xwe yên berê û diyar kir ku wî dizanibû Kurd dê çekan ji bo xwe bihêlin. Wî bi tana (îronî) got: “Min berê ev yek gotibû, lê ez çi dizanim? Ez di vê karî de nû me.”
Heta niha ji aliyê rayedarên Kurd ve li ser van îdiayên giran ên Donald Trump tu daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin. Ev daxuyanî di demekê de tê ku rageşiya li Îranê berdewam dike û nîqaşên li ser piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê di rojeva cîhanê de ne.
/Çavkanî: Rûdaw/










