NÛPEL – Li Wanê, li gorî ruhê kevneşopî yê Xidirelezê, di çalakiyekê de ku li baxçeyan gul hatin çandin û hêlan hatin danîn, beşdaran daxwazên xwe li ser kevir nivîsandin û di bin darên gulan de veşartin. Di çalakiyê de ku eleqeyeke mezin dît, performansa zindî ya ku di firineke taybet a destçêkirî de hat pêşkêşkirin, ji temaşevanan re bû şahiyeke dîtbarî.
Li Zanîngeha Sedsalê ya Wanê (Van YYÜ), hatina biharê ya ku mizgîniya Xidirelezê ye, bi hunera seramîkê ya Japonî teknîka Raku re hat hunandin. Di çalakiyê de performanseke hunerî ya ji rêzê der hat nîşandan. Di çalakiya ku li baxçeyê pişt avahiya Beşa Perwerdehiya Hunerên Bedew a Fakulteya Perwerdehiyê hat lidarxistin de, heriya herêmî ya ku ji hewza Gola Wanê hatibû derxistin, veguherî berhemên hunerî.
“Heriya Wanê xwedî potansiyeleke pîşesazî ye”
Koordînatorê çalakiyê, Endamê hunerî yê Beşa Perwerdehiya Wênesaziyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Van YYÜ’yê, Doç. Dr. Emrah Pek, der barê nirxa akademîk û hunerî ya xebatê de ev nirxandin kirin:
“Me xwest îro li vir hem kevneşopiya xwe ya hezar salan a Xidirelezê bidin jiyandin, hem jî hunera qedîm a Japonî teknîka Raku bi nirxên xwe yên herêmî re bînin cem hev. Raku teknîkek e ku tê de seramîka bi sirlê hatiye pêçan, di germahiya nêzîkî 900-1000 pileyî de gava mîna komirê sor e ji firinê tê derxistin û di nav maddeyên şewatbar de tê avêtin; teknîka tesaduf û agir e. Ya ku vê çalakiyê ji bo me taybet dike ew e ku me di çêkirina berheman de heriya herêmî ya ku bi derfetên xwe ji hewza Gola Wanê derxistiye bi kar aniye. Çavdêriyên me nîşan didin ku ev herî xwedî pêkhateyeke pir taybet e. Heke xebatên analîzê û pêvajoyên AR-GE’yê temam bibin, dê bikaranîna vê madeya xam ne tenê di warê hunerî de, lê di warê pîşesaziyê de jî zelal bibe û wekî nirxekî zêde dê aboriya herêma me geş bike. Me roja Xidirelezê hilbijart; ji ber ku ev roja ku agir bi seramîkê û ax bi biharê re digihîje hev, sembola herî bihêz a hilberîn û ji nû ve jidayikbûnê ye.”
Ji xwendekarên masterê performansa zindî
Di çalakiyê de berhemên ku ji hêla xwendekarên lîsansa bilind Lavin Gamze Yavan, Kadir Cesur, Hakan Ulgen, Haydar Lale û Nevzat Ebinç ve hatibûn amadekirin, hatin pijandin. Xwendekara masterê Lavin Gamze Yagan ku heyecana xwe parve kir, got: “Şêwedana axa erdnîgariya me û şahidiya ceribandina wê ya bi agir re, ezmûneke bêhempa ye. Me îro li vir ne tenê teknîkek bi kar anî, di heman demê de me bi xwezayê û kevneşopiya xwe re jî têkiliyek danî.”
Pêşangeh di 6’ê Gulanê de deriyên xwe vedike
Berhemên ku di dema performansa zindî de hatin pijandin û bi rengên metalîk ên taybet ên teknîka Raku hatin xemilandin, amade ne ku bi hezkiriyên hunerê re werin nîşandan.
Xebatên ku di çarçoveya çalakiyê de derketine holê, dê di navbera 6-11’ê Gulanê de li Salona Pêşangehê ya Mahire Bal a ku di Bloka C ya Fakulteya Perwerdehiyê de ye, werin pêşandan.

Çavkanî: ÎlkeTv










