NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani, di peywendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê îranî re ragihand ku bernameya nukleerî ya bi armanca leşkerî ji bo wan “xeta sor” e.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani, derbarê alozî û rageşiya li Rojhilata Navîn de fikarên xwe yên kûr anîn ziman. Tajani bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî re bi rêya telefonê axivî û peyamên girîng dan Tehranê.
“Nukleer Dê Bibe Sedema Pêşbaziya Çekan”
Tajani destnîşan kir ku hewldanên Îranê yên ji bo pêşxistina bernameyeke nukleerî ya bi armancên leşkerî nayên qebûlkirin. Tajani diyar kir ku ev yek ji bo wan “xeta sor” e û hişyarî da ku çalakiyên bi vî rengî dikarin li herêmê pêşbaziyeke xeternak a çekên nukleerî bidin destpêkirin.
Hişyariya Ji Bo Tengava Hurmizê
Di hevdîtinê de mijara ewlehiya bazirganî û enerjiyê jî hat nîqaşkirin. Tajani bal kişand ser girîngiya Tengava Hurmizê û got:
“Astengiyên li vê tengavê ne tenê bandorê li aboriya cîhanê dikin, di heman demê de dikarin li Afrîkayê bibin sedema krîza xurekê û ewlehiya xurekê bixin xeteriyê.”
Banga Li Ser Hizbullah û Îsraîlê
Wezîrê Îtalyan ji Tehranê daxwaz kir ku bandora xwe ya li ser Hizbullahê bikar bîne da ku êrîşên li ser Îsraîlê werin rawestandin. Tajani destnîşan kir ku çareseriya li Libnanê tenê bi rêya diyalog û muzakereyan pêkan e û xwest ku rê li ber tirs û aloziyeke hîn mezintir bê girtin.
Dîplomasî Di Pêşiyê De Ye
Tajani li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Îtalya ji bo parastina aramiya herêmî piştgiriyê dide her cure hewildanên dîplomatîk. Wî dubare kir ku divê kanalên diyalogê bi her alî re vekirî bimînin da ku karesateke mezin neyê jiyîn.










