Trump: ‘Ez Ne Tecawizkar û Ne Jî Pedofîlî me’

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, bersiveke tund da îdiayên giran ên ku di hevpeyvîneke televîzyonê de hatin rojevê û diyar kir ku ev angaşt “gotinên pûç ên mirovekî nexweş in.”

Donald Trump di hevpeyvîneke taybet a bi kanala CBS’ê re, îdiayên derbarê “tecawizkariyê” û “pedofîliyê” bi tundî red kirin. Ev îdia ji aliyê Cole Tomas Allen ve, ku gumanbarê êrişeke bi çek a li ser xwarina Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî ye, hatibûn bilêv kirin.

“Gotinên Kesekî Nexweş in”

Dema ku pêşkêşkarê bernameyê notên Allen ên ku tê de tawanên giran hebûn xwendin, Trump bertek nîşan da û got:

“Ez ne tecawizkar im, min tecawizî tu kesî nekiriye û ez ne pedofîlî me. Ev gotin, tenê îdiayên pûç ên mirovekî nexweş in.”

Trump diyar kir ku xwendina van îfadeyan ji aliyê pêşkêşkar ve bêexlaqî ye û got ku divê pêşkêşkar ji ber vê yekê “şerm bike.”

Tundî û Rexne Li Ser Medyayê

Trump, medya bi “xerabiyê” tawanbar kir û destnîşan kir ku wî ji berê ve dizanibû dê pêşkêşkar van îdiayan bîne ziman. Trump got:

“Ez li bendê bûm ku tu wê beşê bixwînî, çimkî min dizanibû hûn ê wisa bikin. Çimkî hûn mirovên gelekî xerab in.”

Bal Kişand Ser Doza Epstein

Derbarê têkiliyên bi dozên mîna ya Jeffrey Epstein re, Trump xwe wekî kesekî “paqij” pênase kir û tiliyên nîşanê dirêjî aliyê dijber kir. Trump di vê derbarê de wiha axivî:

“Yên ku ketine nav wan karan, nav bûyera Epstein an jî yên din, ew hevalên we ne ku li aliyê din ê maseyê rûniştine.”

Paşxaneya Bûyerê

Ev nîqaş piştî ku notên gumanbar Cole Tomas Allen derketin holê, germ bû. Allen di notên xwe de gotibû: “Êdî ez dê destûrê nedim ku pedofîliyek, tecawizkarek û xayînek bi sûcên ku kirine destên min gemarî bike.” Trump van hemû tawanbariyan wekî hewldanên reşkirinê bi nav kir.

Van jî bibîne

 

ENKSê û Mezlûm Ebdî ji bo “Yekrêziya Kurdî” civiyan
Erdogan û Trump bi Telefonê Axivîn

Nûçeyên Sereke