Wezareta Dadê ji bo ‘Kuştinên Kiryarnediyar’ Yekîneyeke Taybet Ava Kir

Nûçe

NÛPEL – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku ji bo vekolîna kuştinên kiryarnediyar û dosyayên ku berê biryara “neşopandinê” ji bo wan hatibû dayîn, yekîneyeke nû û taybet hatiye avakirin.

Wezîr Gurlek piştî Civîna Kabîneyê ya li Koşka Serokkomariyê bersiva pirsên rojnamegeran da û bal kişand ser xebatên nû yên li ser dosyayên giring.

Dosya Yek bi Yek Tên Vekolandin

Gurlek diyar kir ku ev yekîneya nû dê bi taybetî li ser wan dosyayên ku di nav civakê de bûne sedema nerazîbûn û hestiyariyên mezin bisekinin. Wezîr got:

“Dosya yek bi yek tên vekolandin da ku were dîtin ka kêmasî hene yan na. Vê carê çavên biazmûn dê li dosyayan binerin û ev yek dê gelek tiştan biguherîne.”

Di Dosyaya Gulistan Dokuyê de 11 Girtî Hene

Wezîrê Dadê li ser windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê ku ji sala 2020an ve li Dersîmê winda ye, agahiyên nû parve kirin. Gurlek eşkere kir ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Dersîmê de 11 kes girtî ne.

Li ser pirsa derbarê dîtina termê Gulistan Dokuyê de, Wezîr Gurlek destnîşan kir ku armanca wan a sereke dîtina cihê gora wê û tespîtkirina meytê wê ye û xebatên di vê derbarê de bi biryardarî berdewam dikin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Şandeya Siyasî diçe Serdana Demirtaş û Kavala
Banga Edaletê ya Xwendekarên Zanîngeha Mûzirî ji bo Gulîstan Doku

Nûçeyên Sereke