DERSÎM (Nûpel) — Di lêpirsîna windabûna Gulistan Doku de, ku ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve agahî jê nayê girtin, biryareke nû hat girtin. Serbijîşkê nexweşxaneya dewletê ya wê demê, Çagdaş Ozdemir, di çarçoveya lêpirsînê de hat girtin.
Li gorî agahiyên dawî, Ozdemir bi hinceta ku di pêvajoya lêpirsînê de bandor li ser delîlan kiriye an jî agahiyên girîng veşartiye, hatiye binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, dadgehê biryara girtina wî da.










