BASA (Nûpel) – Bi hatina werza biharê re, li navçeya Basa ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve, xwezaya herêmê bi kulîlkên “Bûkên Biharê” hat xemilandin. Ev kulîlkên ku her sal di vê demê de şîn dibin, bune sedema dîmenên bêhempa û mizgîniya bihareke rengîn didin.
Li navçeya Basayê, piştî zivistaneke dijwar, bi germbûna hewayê re xweza şiyar bû. Li seranserê çiya, kend û newalan, kulîlkên ku di nava gel de wekî “Bûkên Biharê” têne naskirin, wekî xalîçeyeke rengîn bi ser erdê de hatine raxistin. Ev xemla siruştî ne tenê çavên mirovan, lê ruhê herêmê jî geş dike.
Mizgîniya Bihareke Geş
Bûkên Biharê ku bi taybetmendiya xwe ya rengîn û bêhna xwe ya xweş têne naskirin, li Basayê bune nîşaneya dawiya sermayê û destpêka jiyaneke nû. Welatiyên herêmê û dildarên xwezayê, ji bo dîtina van dîmenên kêmpeyda berê xwe didin zozan û qadên kulîlkî. Li gorî gotinên rûspiyên herêmê, gava Bûkên Biharê bi vî rengî zêde şên dibin, ew nîşaneya saleke bi bereket û bi xêr û bêr e.
Balkêşiya ji bo Geştiyar û Wênesazan
Xemla kulîlkan a li çiyayên Basayê, di heman demê de bala wênesaz û hezkiriyên xwezayê jî dikişîne. Gelek kes ji bo dîtina van gulan û ji bo girtina wêneyên hunerî serdana navçeyê dikin. Rengên sor, spî û firteqalî yên ku li her derê belav bûne, Basayê veguherandine stûdyoyeke xwezayî.
Vîdeo : Nûpel Tv
Wêne: Mehmet Firat










