Ji Simbêl Heta Simbilê: Çîroka Etîmolojîk a Şaristaniyê

NûçeXweza

AMED (Nûpel) – Di dewlemendiya zimanê Kurdî de koka peyvan ne tenê ji bo îfadekirinê ye; ew di heman demê de çîrokên kûr ên sosyolojîk, dîrokî û xwezayî vedibêjin. Lêkolînên Dr. Mehmet Firat nîşan didin ku di navbera mûyên li ser lêvan, yanî “Simbêl” û kulîlka biharê “Simbil”ê (Hyacinthus orientalis) de têkiliyeke xurt a mantiqî û fîzyolojîk heye.

Sêgoşeya Simbêl, Simbil û Simil

Analîzên lêkolîner Dr. Mehmet Firat nîşan dikin ku mantiqa navlêkirinê di Kurdî de li ser “şibandinê” hatiye avakirin. Firat, têkiliya her sê peyvan bi vî awayî rave dike:

• Simbêl, Simêl, Simil: Di serî de ji bo mûyên ser lêvan hatiye bikaranîn.

• Simil/Simbil (Weşiya Genim): Ev peyv jî di heman xetê de ye. Her sê jî ji ber şiklê xwe yê bi saçax, rîşî û tîrêjî di bin heman sîwana mantiqî de cih digirin.

• Simbil: Ji ber şiklê serê vê kulîlkê ku dişibe simbêlan, ev nav lê hatiye kirin.

“Sumbul” û Bandora Kurdî li ser Zimanên Din

Di encama lêkolînan de derdikeve holê ku peyva “Sümbül” a ku di Tirkî de tê bikaranîn, bi eslê xwe ji Kurdî derbasî wî zimanî bûye. Hat destnîşankirin ku li erdnîgariya ku gelên Tirk jê hatine, ne ev gîha û ne jî ev nav hebûye. Ev yek nîşan dide ku gelên herêmî (Kurd), navên nebatên li herêma xwe li gorî mantiqa xwezayê afirandine û dane zimanên din.

Şaristanî li Hemberî “Navên li ser Masê”

Ev nêzîkatiya etîmolojîk cudahiya navbera “çanda dewletê” û “şaristaniyê” jî radixe ber çavan. Firat, balê dikşînin ser vê xalê:

“Şaristanî bi navkirina xwezayî û domdar pêk tê, ne bi çêkirina navên li ser masê. Bi navên çêker tenê dewlet ava dibe, lê şaristanî nayê avakirin.”

Ji Colemêrgê Heya Çanda Hevpar

Kulîlka Simbilê bêtir li cihên ku avhewaya wan hem sar û hem germ e şîn dibe. Ev kulîlk bi taybetî li herêmên wekî Çiyayê Nemrûdê yê Semsûrê û li Çiyayê Muzirî yê Dersîmê gelek tê dîtin. Her çiqas li herêma Colemêrgê simbil wekî kulîlk zêde neyê dîtin jî, balkêş e ku li wir çiyayekî bi navê Simbil heye.

Wêne: Dr. Mehmet Firat 

 

Di Lîga 1’emîn a Trendyolê de Roja Man û Namanê: Çav li Bandirmayê ne!
Metîn û Kemal Kahraman Strana “Çênê” Diyarî Gulistan Dokuyê Kir

Nûçeyên Sereke