Bavê Rojîn Kabaîşê bang kir: ‘Komîsyoneke Serbixwe Ava Bikin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Nizamettîn Kabaîş, bavê Rojîn Kabaîşê ya ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku di serî de walî, rektor û dozger, hemû rayedar bi tiştên hatine serê keça wî dizanin, lê dixwazin dosyayê veşêrin. Nizamettîn Kabaîş bang kir ku komîsyoneke serbixwe were avakirin.

Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, di 27ê Îlona 2024an de xwendakara beşa mamostetiyê Rojîn Kabaîş winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî 18 rojan li qeraxa Behra Wanê hate dîtin. Ji bo Rojîn Kabaîşê li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê sazî û welatiyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî neronîkirina bûyerê dan. Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê heta niha jî nehatiye ronîkirin. Pirsên têkildarî DNAyên du zilaman ên ku di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatibûn tespîtkirin, hê jî nehatine bersivandin. Hat zanîn ku rapora pêvek a ku baroyên Amed û Wanê, parêzerên malbata Rojîn Kabaîşê û Wezareta Dadê ji ATKê xwestibû, li dosyeyê hatiye zêdekirin. Bavê Rojîn Kabaîşê, Nizamettîn Kabaîş derbarê pêvajoya lêpirsîna keça xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Rektor û ewlehî di nav bûyerê de ne’

Nizamettîn Kabaîş destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji xelkê herêmê û xwendekaran girtine, guman li ser rektor û xebatkarên ewlehiyê hene û wiha got: “Rektor, Walî û Dozger hemû dizanin çi bûye. Lê naxwazin derkeve holê. Tê gotin ku xizmên rektor û xebatkarên ewlehiyê di nav vê bûyerê de ne. Ji ber ku rektor bi hêz e, bandorê li ser emniyet û edliyeyê dike da ku dosyayê bigirin.”

‘Şahid tên tehdîtkirin’

Nizamettîn Kabaîş da zanîn ku kesên xwestine bibin şahid ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û tehdîtkirin û wiha berdewam kir: “Zilamekî karsaz got ‘ez ê her tiştî bêjim’, çû îfade da lê dozgeriyê ew guhdar nekir. Berovajiyê vê yekê, ew binçav kirin; şevekê di nezaretê de ma û hat tehdîtkirin ku xeber nede. Li gundekî nêzîk, jinekê jî dîtibû ku di wê saeta Rojîn winda bûbû de erebeyeke spî hatiye wê derê. 10 erebeyên tije mirov bi şev çûn ber derê wê û ew tehdît kirin da ku îfadeyê nede.”

‘Raporên ATKê binakok in’

Bavê Rojîn Kabaîşê bal kişand ser kêmasiyên di rapora otopsiyê de û wiha pê de çû: “Dibêjin di avê de xeniqiye, lê di pişika wê de av tune ye. 18 rojan di avê de maye lê raporên zelal nadin me. Dozgerî ATK ya Stenbolê sûcdar dike, ATK jî dozgeriyê sûcdar dike. Em raporên fermî dixwazin, ne texmînan.”

‘Navê Rojînê jî bû sedema polemîkê’

Nizamettîn Kabaîş anî ziman ku rayedaran ji wî pirsa “Te çima navê keça xwe kiriye Rojîn?” kiriye. Nizamettîn Kabaîş diyar kir ku ev nêzîkatî nîşan dide ku polîtîkayên li dijî nasnameya Kurdî di vê dosyayê de jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojîn roj e, tav e. Gulîstan Dokû û Rojîn her du jî xwendekar bûn, her du jî mamoste bûn û navê her duyan jî bi Kurdî bû. Qedera wan wek hev bû.”

Banga têkoşînê

Nizamettîn Kabaîş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê dest ji doza keça xwe bernede û got: “Ez ji gefan natirsim. Çawa ku malbata Gulîstan Dokû 6 sal in li ser piyan e, heta ku kujer neyên dîtin ez ê li ber xwe bidim. Divê sînyalên telefonê yên wê şevê werin lêkolînkirin û komîsyoneke taybet ji bo vê dozê were avakirin.”

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Mesrûr Barzanî Êrişên li Ser Herêma Kurdistanê bi Tundî Şermezar Kir
Îran: Uranyuma me wekî axa me pîroz e, em radestî kesî nakin

Nûçeyên Sereke