Hevpeyvîn: Komeleya Sozder û Parastina Bîra Çanda Devkî

Hevpeyvîn

🔴DÊRIK (Nûpel) – Komeleya Sozder ku li herêma Mêrdînê xebatên girîng dimeşîne, bi projeyên xwe yên wêjeyî û zimên balê dikşîne. Hevserokê Komeleya Sozderê Eyup Guven li ser armancên komeleyê, Kovara Kewar û xebatên wan ên li Mêrdînê pirsên Nûpel Tv bersivand.

Nûpel Tv: Komeleya Sozder bi kîjan hewcedariyê û bi kîjan armancê hate damezirandin? Di qada çand û hunerê de valahiya çawa tije dike?

Eyup Guven: Me demeke dirêj di nav Komeleya Wêjekarên Kurd û nivîskaran de, di qada wêjeyê de xebatên xwe meşandin. Di encama van xebatan de, me dît ku di qada wêje û çanda devkî de valahiyeke mezin heye. Armanca me ya bingehîn ew e ku em mîtolojî û çîrokên herêmî berhev bikin. Wekî mînak; çawa ku di mîtolojiya Yewnanî de behsa Medusa tê kirin, an jî li Tarsûsê çîroka Şahmaranê tê naskirin; li herêma Dêrik û Qerejdaxê jî çîrokên wekî ‘Şahê Maran û Nêçîrvan Ehmed’ û gelek xezîneyên din hene. Em dixwazin van dewlemendiyên devkî berhev bikin, wan veguherînin nivîsê û wekî arşîveke dîrokî ji bo pêşeroja Kurdistanê biparêzin.

Nûpel Tv: Heta niha xebatên herî serkeftî û berbiçav ên komeleya we kîjan in? Her wiha, hûn berteka gel û eleqeya civakê ya li hemberî van xebatan çawa dinirxînin?

Eyup Guven: Komeleya me di demeke nêz de, yanî di 15’ê Gulana 2024’an de, bi awayekî fermî deriyên xwe vekir û dest bi xebatên xwe kir. Her çend em komeleyeke nû bin jî, me armancên mezin danîn ber xwe. Xebatên me yên herî girîng heta niha ev in: Ji bo ku em pira peywendiyê di navbera xwe û nivîskar, ronakbir û lêkolîneran de ava bikin, me bernameyeke televîzyonê ya dîjîtal bi vî navî da destpêkirin. Ev bername bû gava me ya yekemîn û herî stratejîk. Bi saya vê platformê, me karî dengê xwe bigihînin girêyên fireh ên civakê. Heta niha berteka ku me ji gel wergirtiye gelekî erênî ye. Ev gava me ya yekem di nav raya giştî de deng veda û bû sedem ku eleqeyeke mezin nîşanî xebatên me bidin. Civak jî li benda xebatên bi vî rengî yên çandî û lêkolînî bû, lewma piştgiriya wan enerjiyeke mezin dide me.

Nûpel Tv: Navê kovara we “Kewar” e. Ev nav çi nîşan dide û taybetmendiya kovarê çi ye? Gelo Kewar dibe dibistanek ji bo nivîskarên ciwan?

Eyup Guven: Di sala 2025’an de me biryar girt ku em berhemên berhevkirî di bin banê kovarekê de bicivînin. Me navê wê kir Kewar. Di çanda me de “kewar” ew cih e ku zad û zexîre tê de tê parastin, her wiha cihê ku mêş û moz tê de hingiv çêdikin jî navê wê Kewar e. Me xwest em bêjin wêjeya me di tama hingiv û zexîreyê de ye. Di Kewarê de em giranî didin çar xalan:

1. Weşana sedî sed bi Kurdî.

2. Piştgirî ji bo pênûsên nû û nivîskarên ciwan.

3. Cihdayîna xebatên jinan.

4. Dokumentkirina çanda devkî.

Nûpel TV: Me bihîst ku li Mêrdînê amadekariya vekirina saziyeke nû ya ziman tê kirin. Gelo hûn dikarin hûrgiliyên vê projeyê bi me re parve bikin?

Eyup Guven: Ez bi xwe li navçeya Dêrikê dijîm û wek kesekî ku di nav vî gelî de me, ez ji nêz ve şahidî ji kêmasî û hewcedariyên herêma me ya di warê ziman û çandê de dikim. Ji bo bersivdana van hewcedariyan, hevalên me wek gaveke fermî li Mêrdînê serlêdanên xwe kirin. Hevalên me yên berpirsiyar hene, ew ê di demên pêş de agahdarî bidin. Ez bi kêfxweşî dikarim bibêjim ku di demeke pir nêzik de li navenda Mêrdînê saziya me ya bi navê MEZ-DER (Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê) dê bi awayekî fermî deriyên xwe veke. Ev sazî di serî de ji bo gelê me yê Mêrdîn û Botanê, bila li hemû hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz be. Di derbarê plansaziya pêşerojê de, ez dikarim van xalan destnîşan bikim: MEZ-DER dê li Mêrdînê bibe navenda perwerdehiya akademîk a zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî). Dê ev komele tenê bi navenda Mêrdînê sînordar nemîne. Di plansaziyê heye ku piştî avakirinê di demeke kurt de li navçeyên mîna Nisêbîn û Qoserê û navçeyên din jî şaxên MEZ-DER’ê bêne vekirin. Di vir de daxwaz ew e ku taybetmendiyên zimanî yên herêma Botan û Mêrdînê bêne parastin û di asteke akademîk de bêne fêrkirin.

Nûpel Tv: Xebatên Komeleya Sozder di warê aborî û kedê de çawa dimeşin? Gelo hûn di vî warî de bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû ne û çawa wan derbas dikin?

Eyup Guven: Derxistina kovarekê, bi taybetî di şert û mercên îro de, barekî pir giran ê aborî li ser milê mirov datîne. Lê belê, xebata me ne tenê li ser bingeha maddî, lê zêdetir li ser bingeha dildarî û kedê ava bûye. Dildarên zimanê Kurdî di vê pêvajoyê de bi berpirsiyariyeke mezin tevgeriyan û “destê xwe danîn bin kevir.” Bi saya vê piştgiriyê, me karî em astengiyên aborî derbas bikin. Ev keda ku tê dayîn, encamên pir dewlemend dide. Niha ji bo hejmara duyem a kovarê, zêdetirî 150 nivîs di destê me de amade ne. Di nava van berheman de, nivîsên hevalên me yên ku di zindanan de ne cihekî taybet digirin. Em bi dildariyeke mezin çîrok, serpêhatî û serboriyên wan û yên Kurdistanê tomar dikin da ku neyên jibîrkirin.

Nûpel TV: Di amadekariyên hejmara we ya nû de, gelo surprîz an jî beşên taybet ên ku xwendevan li benda wan bin hene? We di axaftina xwe de behsa mijara girtîgehan kir; gelo di vê hejmarê de cihekî çawa ji bo girtiyan hatiye veqetandin?

Eyup Guven: Belê, bi rastî di vê hejmarê de surprîzên me yên watedar hene. Em wek kovar, girîngiyek pir mezin û taybet didin nivîsên ku ji nav dîwarên sar ên girtîgehan dertên. Di hejmara me ya pêşiya me de, em ê bi berfirehî cih bidin bîranîn, serpêhatî û çîrokên wan hevalên ku ev 30 sal in di zindanan de berxwedana xwe didomînin. Ji bo me ev yek ne tenê weşangerî ye; Em xwe li pêşberî keda wan girtiyan deyndar dibînin ku bi salan e di bin şertên giran de hildiberînin. Zindan di dîroka wêjeya Kurdî de dibistaneke girîng e. Parastin û gihandina van nivîsan bo xwendevanan, wezîfeya me ya sereke ye.

Nûpel Tv: Di serê we de ji bo salên pêş çi projeyên nû hene? Hûn dixwazin di qada çand û hunerê de kîjan gavên nû bavêjin?

Eyup Guven: Projeya me ya herî mezin û bingehîn ew e ku em wêjeya devkî ya Kurdistanê (wek çîrok, destan, kilam û gotinên pêşiyan) ji windabûnê rizgar bikin û wan bikin nivîskî. Armanca me ev e ku em vê xezîneya dewlemend wek mîrateyekê ji nifşên nû re bihêlin. Ji bo vê yekê, me lijneyeke dîjîtal a pispor ava kiriye. Em ê hemû xebatên xwe bi awayekî profesyonel arşîv bikin. Bi saya vê arşîva dîjîtal, em ê karibin berhemên xwe li seranserê cîhanê belav bikin, da ku reng û dengê wêjeya Kurdî li her derê cîhanê xuya bibe û bê naskirin.”

Nûpel TV: Weke peyameke dawî, bangawaziya we ya herî girîng ji bo civakê çi ye û hûn dixwazin balê bikişînin ser kîjan xalê?

Eyup Guven: Bangawaziya min a bingehîn û herî jiyanî rasterast ji bo malbatên Kurd e. Ez dixwazim vê rastiyê bînim ziman: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê sereke yê têkiliyên hundirê malê. Heke di nava malbatê de bingeh neyê avêtin, ziman winda dibe. Berpirsiyariya herî mezin li ser milê dê û bavan e. Heke ew bi zarokên xwe re bi Kurdî neaxivin, ew bi destê xwe zarokên xwe ji kok û çanda wan qut dikin. Divê em Kurdî tenê di hundirê malê de nehelêrin. Divê li her derê jiyanê; li kolanan, li gundan û di navenda bajaran de Kurdî were axaftin. Tenê dema ku ziman bibe amûrê jiyana rojane, dikare li hemberî helandinê li ber xwe bide û xurttir bibe.”

 

 

Van jî bibîne

 

Di Doza Gulistan Doku de Geşedana Nû: Polîsê Berê Daxwaza “Poşmaniya Çalak” Kir
Hûrguliyên Balkêş Derbarê Bavê Êrîşkarê Komkujiya Dibistanê de Derketin Holê

Nûçeyên Sereke