Hevpeyvîn: Rola Komeleya Wêjekaran di Geşedana Wêjeya Kurdî de

Hevpeyvîn

🔴Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Haci Ozkal, di hevpeyvîneke taybet de ji bo Nûpel TV li ser xebatên komeleyê, parastina zaravayên kurdî û rewşa wêjeya Zazakî nirxandinên girîng kirin.

Nûpel TV: Wekî Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd, hûn rola komeleyê di geşedana wêjeya modern a Kurdî de çawa dinirxînin? Di vê serdemê de ku têkiliya xwendevan û nivîskaran lawaz bûye, komele dibe xwedî çi erkî? Her wiha, pirsên li ser standardîzasyona ziman û nêzîkkirina zaravayan her tim di rojevê de ne; komele di vê qadê de bi çi rengî xebatan dimeşîne?

Haci Ozkal: Avakirina Komeleya Wêjekarên Kurd di sala 2020’an de, ji bo me ne tenê avakirina saziyekê, lê belê nîşaneya vîneke hevpar a nivîskarên Bakurê Kurdistanê bû. Ez wek kesekî ku ji roja ewil ve di nav van xebatan de bi awayekî aktîf cih digirim, dikarim bibêjim ku komele îro di geşedana wêjeya modern de xwedî roleke stratejîk e. Em hewl didin ku wêjeyê ji nav rûpelên pirtûkan derxin û bînin nav jiyana civakî, da ku ew pira di navbera afirîner û xwendevan de ji nû ve ava bibe.

Yek ji biryarên me yên herî radîkal û bi wate di kongreya duyemîn de pêk hat. Ji bo ku em xwedîderketina xwe ya li ser zaravayên kurdî di asta herî bilind de nîşan bidin, me pergala “Hevserokatiya bi du zaravayan” pejirand. Li gorî vê biryarê, divê her tim hevserokek Zaza û yek jî Kurmanc be. Ev nêzîkatî peyameke zelal e: Di bin banê vê komeleyê de her du zarava jî xwedî maf û rûmeteke wekhev in.

Di xebatên me yên îsal de, me stratejiya “Ber bi Gel ve” da ber xwe. Me biryar girt ku li her derê Bakur rêzebernameyên wêjeyî lidar bixin. Di vî warî de em gelekî hesas in; li bajar û navçeyên ku Zazakî lê serdest e, em panelîstên xwe bi taybetî ji nav nivîskarên ku bi wî zaravayî berheman didin hildibijêrin. Heman tişt ji bo Kurmancî jî derbasdar e.

Lê belê, taybetmendiya herî girîng a xebatên me li herêmên wekî Pasûr, Licê, Hênî, Pîran, Gêl, Erxenî, Çêrmûg û Sîwêrekê derdikeve pêş. Li van deran ji ber ku her du zarava jî di nav jiyana rojane de têne axaftin, em bernameyên xwe bi awayekî “duzimanî” (bi her du zaravayan) amade dikin. Ev yek ne tenê ji bo nêzîkkirina zaravayan, lê ji bo ku em nîşan bidin ku Kurdî bi hemû dewlemendiya xwe yekpar e, xebateke mînak e. Armanca me ya sereke ew e ku di qada wêjeyê de standardîzasyonek ku her du zaravayan jî xurt bike, ava bibe.

Nûpel TV: UNESCO Zazakî wekî zaravayekî “di bin rîskê de” pênase dike. Wekî nivîskarekî Zaza, hûn rewşa niha ya wêjeya Zazakî çawa dinirxînin? Gelo berhemên ku tên weşandin dikarin pêşiya vê rîskê bigirin?

 

Haci Ozkal: Rast e, UNESCO pênaseyek wisa kir. Ev pênase bi qîmet e, lê bi raya min nêzîkatiyeke ne rast jî di nav de heye. Tiştên wisa carinan di hişmendiya civakê de dibin sedema qelsî û metirsiyê; hêviyên mirovan dişkin. Pêwîst e em qîmetê bidin biryarên navneteweyî, lê tişta herî girîng ew e ku em wekî Kurd li her mal, tax û kolanê ziman û zaravayên xwe xurt bikin. Divê zarokên me di kuçeyan de bi zimanê xwe bileyîzin û biaxivin da ku ziman bi pêş bikeve.

Nûpel TV: Wêjeya Zazakî, mîna gelek wêjeyên bindest, koka xwe ji çand û wêjeya devkî (oral) digire. Di vê pêvajoya veguherînê de, ango dema ku ji çîrokên gelêrî, klam û metelokan ber bi forma romana modern a Zazakî ve gavan diavêje, bi çi celeb zehmetiyan re rû bi rû dimîne? Gelo ev bingeha devkî îro ji bo nivîskaran dibe derfet an asteng?

Haci Ozkal: Rast e, dema em li dîroka wêjeya me dinêrin, em dibînin ku bingeha Zazakî bi sedsalan li ser zimanê gel û veguhastina devkî ava bûye. Heger em berawurd bikin, îro Zazakî li gorî zaravayê Kurmancî di warê nivîskî û lîteratûra modern de hinekî lawaztir maye. Lê divê em vê yekê rast fêm bikin; ev lawazî ne ji ber kêmasiya zimên e, bêtir ji ber şert û mercên polîtîk û civakî ye.

Lê belê, ev rewş nayê wê wateyê ku li pêşiya xebatên Zazakî astengiyên mezin hene ku nayên derbaskirin. Berevajî vê, em wekî nivîskarên Zaza îro gelek in û her ku diçe hejmara berhemên me zêde dibe. Di hemû saziyên me yên ziman, çand û hunerî de îro hişmendiyeke “pirzimanî” (pirzaravayî) bi cih bûye. Em êdî wekî saziyên Kurdan her zaravayî wekî qîmetekî serbixwe û taybet dibînin.

Di veguherîna ber bi romana modern de, her çend zehmetiyên teknîkî û standardîzasyonê hebin jî, vîna nivîskarên Zaza van astengan hildiweşîne. Em vê mîrateya devkî ya dewlemend di nava qalibên modern ên wêjeyê de ji nû ve ava dikin û bi vî rengî em li dijî rîska windabûnê dibin xwedî helwest.

Nûpel TV: Gelo di weşandina pirtûkên Zazakî de astengiyên aborî an jî teknîkî derdikevin pêşiya we? Xwendevanên Zazakî bi hêsanî dikarin xwe bigihînin pirtûkan?

Haci Ozkal: Di roja me ya îro de, astengiyên teknîkî yên ku em nekaribin çareser bikin tune ne. Lê belê, di warê aborî de rewş cuda ye. Weke ku di her qadê de tê dîtin, ji ber rewşa aboriya giştî, di weşandina pirtûkan de jî bê guman problemên me yên aborî çêdibin. Her çend di warê weşan û teknîkê de derfet hebin jî, barê giran ê aboriyê bandorê li ser çapkirin û gihandina pirtûkan dike. Tevî van zehmetiyan jî, em hewl didin ku xebatên xwe bidomînin û berhemên bi zaravayê Zazakî bigihînin destê xwendevanên me.

Nûpel TV: Di nava Komeleya Wêjekarên Kurd de, têkiliya di navbera nivîskarên ku bi Kurmancî û yên ku bi Zazakî berheman diafirînin di çi astê de ye? Hûn vê diyaloga di nava komeleyê de çawa pênase dikin û gelo ev hevkarî di qada pratîkê de dibe sedema hilberîna xebatên hevbeş?

Haci Ozkal: Wekî Komeleya Wêjekaran, bingeha felsefeya me li ser wekheviya hemû rengên zimanê me ava bûye. Em wekî nivîskarên vê komeleyê tu ferq û cudahiyê naxin navbera zaravayên xwe; di hişmendiya me de hem Kurmancî hem jî Zazakî wekhev in, her du jî rûmet û dewlemendiya çanda me ya hezar salan in. Ev ne tenê gotineke siyasî an jî teorîk e, em vê di her kêliya xebatên xwe de didin hîskirin.

Heta ji me tê, em bi dildarî û bi berpirsyariyeke dîrokî xwedî li herdû zaravayên xwe derdikevin. Jixwe îro di hemû saziyên me yên ziman û çandî de ev nêzîkatiya “pirzimanî” (pirzaravayî) bûye bingehekî serekî. Her zaravayek xwedî qîmetekî taybet e û em wan wekî du çemên ku ji heman kaniyê diherikin û deryaya wêjeya Kurdî mezin dikin, pênase dikin.

Têkiliya di navbera nivîskarên me de li ser bingeha rêzgirî, piştgirî û hevxebatê ava bûye. Nivîskarên me yên Kurmanc û Zaza di panel, komxebat û rojên wêjeyê de mil bi mil cih digirin. Ev diyalog rê li ber wê yekê vedike ku em bi hev re bixebitin, ji hev hîn bibin û her du şaxên wêjeya me bi hev re bi pêş bixin. Em bawer dikin ku gava nivîskarekî Kurmanc û nivîskarekî Zaza li ser heman maseyê li ser hunera nivîsandinê nîqaş dikin, ev yek pira herî bi hêz e ku yekîtiya me ya neteweyî û çandî zexm dike.

Nûpel TV: Gelo di nava xebatên we de wergera di navbera her du zaravayan (Kurmancî û Zazakî) de têra xwe tê kirin û têkiliya nivîskaran di vî warî de çawa ye?

Haci Ozkal: Em di nava Komeleya Wêjekaran de tu cudahiyê naxin navbera her du zaravayan; her du jî ji bo me wekî hev qîmetdar in. Di çarçoveya xebatên me de, em bi dildarî xwedî li herdû zaravayan derdikevin. Her çend her zarava xwedî qîmetekî taybet be jî, di saziyên me yên çandî û zimên de em girîngiyê didin vê pirzimanî û têkiliyê. Ji bo me xwedîderketina li van her du dewlemendiyên kurdî erkeke bingehîn e û em hewl didin ku vê pira di navbera nivîskaran de her tim saxlem bihêlin.

Nûpel TV: Wekî pirsa me ya dawî; ji bo ciwanên ku nû dest bi rêwîtiya wêjeyê dikin û dixwazin bi Zazakî an jî Kurmancî berheman biafirînin, şîret û pêşniyara we ya herî sereke çi ye?

Haci Ozkal: Ez wekî nivîskarekî ku salên xwe daye vê xebatê, ji ciwanan re dibêjim: Ziman hebûna me ye. Şîreta min a herî mezin ew e ku bila bi zimanê xwe mezin bibin û bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin. Bila stranên xwe bi vî zimanî bistirên, helbestên xwe bi van zaravayan hûnandî bikin û herî girîng jî, di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê xwe bijîn. Ji ber ku wêjeyek bi hêz, tenê li ser bingeha jiyaneke bi zimanê dayikê dikare ava bibe. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li paşerojê ye.

 

 

Van jî bibîne

 

Vegera Koçberan Ber bi Efrînê ve Didome: 800 Malbatên Din bi Rê Ketin
Salvegera 57’emîn a Wefata Şêx Mehdî

Nûçeyên Sereke