Di 14’ê Nîsana 1925’an de, salvegera şehadeta serokê Tevgera Azadî Xalid Begê Cibrî û hevalê wî yê hêja Yûsûf Ziya Beg e.
Xalid Begê Cibrî, ku serokê rêxistina Tevgera Azadî (Cemîyeta Îstiqlal û Rizgariya Kurdistanê) bû, û Yûsûf Ziya Beg, endamê girîng ê vê tevgerê û berê mebûsê Bidlîsê, di 14’ê Nîsana 1925’an de li Bidlîsê, bi biryara Dîwana Herbê ya taybet, bi awayekî bêdad û hovane ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin.
Em van şehîdên mezin ên doza azadiya gelê Kurd, bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Bîranîna wan di dilê her Kurdekî azadîxwaz de herheyî dimîne.
Hêvîdar im ku şehadeta wan û hemû şehîdên Kurdistanê bibe wesîleya yekîtiya neteweyî, têkoşîna birêxistinkirî û gihîştina serxwebûn û azadiya gelê Kurd.
Her wiha em qetilkirina Xalid Beg, Yûsûf Ziya Beg û hemû qetlîamên li dijî gelê Kurd, yên ku ji aliyê dewleta Tirk a zalim ve hatine kirin, bi tundî û bi dilê xwe şermezar dikin.
Bîranîna wan hemu şehîdên Kurdistanê her û her di dilên me de dijîn! Hemu şehîdên Kurdistanê serfiraziya me ne, têkoşîn berdewam e.
*
/Serokê Giştî: Partiya Îslamiya Kurdistan-PÎK/










