Mesrûr Barzanî Patrîarkê Nû yê Kildanan Pîroz Kir

Nûçe

🔴HEWLÊR (Nûpel)– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta hilbijartina wî wekî Patrîarkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, peyameke pîrozbahiyê ji bo Patrîark Mar Polsê Sêyem Nona şand.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên germ pêşkêşî Patrîarkê nû kir û di vê erka nû ya olî de daxwaza serkeftinê ji bo wî xwest. Barzanî bal kişand ser girîngiya pêgeha Xiristiyanan û wiha got: “Bi helkefta hilbijartina we wekî Patrîarkê nû yê Dêra Kildanan a cîhanê, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we dikin û hêviya serkeftinê di vê erk û berpirsyariya mezin de ji we re dixwazin.”

“Em bi Xiristiyanên Kurdistanê Şanaz In”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de girîngiyeke taybet da hebûna Kildan û hemû pêkhateyên Xiristiyan li Kurdistanê û destnîşan kir ku ew wekî “xwişk û brayên” gelê Kurdistanê ne. Serokwezîr got: “Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêgeha xwişk û brayên Kildan û hemû Xiristiyanên Kurdistanê dike.”

Pabendbûna bi Çanda Pêkvejiyanê

Derbarê rewşa civakî û azadiya olan li herêmê, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser parastina mafên pêkhateyan kir û ragihand:

“Em tekeziyê li ser pabendbûna xwe ya neguher a ji bo xurtkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin.”

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Trump: Danûstandin ji ber xewna atomî ya Tehranê têk çûn
Aramê Elegezê: Şerê İranê…

Nûçeyên Sereke