Têgîn an jî gotina ku di dema şer da herî zêde tê şêlûkirin ev e: şer xilas an şer nû destpêkiriye.
Dema ku alîyek —dewlet an jî rêxistin — armancên xwe diyar dikin û aliyekî din dikin hedef, wê demê şer dest pê dike. Ji ber ku beriya her tiştî şer amadekariyeke ciddî dixwaze, ji bo vê dem û sazûmankar pêwîst in.
Dem, bersiva pirsa “kîngê?” dide û li gorî vê stratejî û taktîka şer dide diyarkirin. Sazûmankarî jî avakirina artêşê, analîza hêza heyî — çendayetî û çonayetîya wê — kêm û kurtîyên wê yên heyî diyarkirin û çareserkirin e. Herwiha, li gorî stratejîya şer û hêza dijber, hemû bi hûrgulî tên analîzkirin.
Ji bo destpêkirina şer, şert û mercên derdor, dost û dijmin tên analîzkirin. Bi vê re, egerên şer çêdibin: çima şer? Ji bo vê pêwîst e ji raya giştî re bi şêwazekî bê şîrovekirin, ku xwe mafdar derxe û piştgirî wergire.
Di dawiyê de, encama şer baş an jî xirab be divê pêşde were dîtin: kî wê çi bike, kîngê û çawa tevbigere? Ev hemû divê bibin bername û stratejî.
Li gorî van analîzan, biryara şer tê dayîn; yanî şer beriya ku dest pê bike, di hiş de dest pê dike. Ji bo vê Sun Tzu gotiye: “Şer di biryargehan de tê qezenc kirin.”
Niha, di çarçoveya şerê Îran û Îsraelê de, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî demeke dirêj li hember hev amadebûna askerî û jeopolîtîk dikirin. Her sê alî jî hedefên xwe eşkere kiribûn.
Îran, Îsraîlê wek “şeytanê li ser erdê” bi nav dikir û digot ku divê wê ji rûyê erdê rake. Herwiha, Emerîkayê jî wek “şeytanê mezin” bi nav dikir.
Di aliyê din de, Emerîka Îranê wek çavkaniya “terora îslamî ya radîkal” didît û ew wek sedema alozî û bêaramiya li Rojhilata Navîn bi nav dikir. Îsraîl jî metirsîya tunebûna xwe di Îranê de didît û wisa difikirî, ku eger çekên atomî an jî kîmyayî bikevin destê Îranê, ew dikare hebûna wê xilas bike. Ji ber vê yekê, ‘rawestandina Îranê’ kir stratejiya xwe ya sereke.
Ev mijar û nakokî ji demên şerê Kendavê (1991–92) heta roja îro berdewam in. Îran, li ser stratejiya xwe ya li dijî Îsraîlê paşde gav neavêtiye û di çêkirina amûrên atomî de jî bi israr e heya astekê hilberîna amûrên çekên atomî jî bi dest xistiye.
Li gorî teolojîya sîstema Îranê (wîlayetê feqîh), hêvî heye ku “Mehdî” (îmamê sêdehemîn) wê bê ser rûyê cîhanê û wîlayetê feqîh wê desthilatî bide destê wî. Ev bawerî li ser siyaseta welat bandor dike. Ji ber vê yekê, li aliyê Îsraîlê û hin welatên din, ev rewş wek metirsiyekî mezin tê dîtin: eger bombeya atomî bikeve destê desthilatdarîya Îranê û Îmamê wîlayetê feqîh bibêje “Xweda ferman daye ku bombeya atomî biavêjim şeytanê ser erdê” kî dikare asteng be?
Welatên Erebên Sûnî jî vê metirsîyê parve dikin. Ji ber van tirs û xofan, pir kes dibêjin ku ev tirs ne bêbingeh e.
Li gor teolojîya şîa ya Îranê “ji bo biçî bihuştê divê destpêkê bibî şîa, ji ber Hz. Mihemed kilîtên derîyên bihuştê daye destê Hesen û Huseyn”.
Di encama vê bawerî û bîrdozîyê de êdî Rojhilata Navîn bi nakokîyên mezin û dijberî tijî bûye: Ereb li dijî Ereb, Faris li dijî Ereb, û gelên din jî di nav vê pevçûnê de ne.
Di vê şertê de, hêzên cîhanî li herêmê hevalbend peyda dikin û li hember wan hêzên netewperest û radîkalîzma sunîgerayî teşwîq dikin. Mînakên vê yekê li Afganistan Talîban, li Sûrî HTŞ anîn desthilatê. Îran bi kembera ji mezheba sunî tê dorpêçkirin, ji Lubnan heta Afganistan û Asya Navîn.
Armanca Emerîka û Îsraîlê ne ku demokrasiya li Îranê ava bikin û bixin rewşa welatê ku mafê gelan nas dike, lê zêdetir ku Îranê têk bibin, dest daynin ser dewlemendîyên ser erd û bin erd yên Îranê, çekên kujer an tune bikin, an jî bixin bin kontrolê. Eger ev daxwazî pêk bê, bi rejîma heyî ra bê şik wê yekser pêyman bê çêkirin û wê careke din li hev bên.
Ji ber vê yekê, şer tenê li nav sînorên Îranê namîne. Agirbest jî nayê wateya dawiya şêr.
Şer hê nû dest pê kiriye û heta ku hevsengî bi danûstandinê ava nebe, ew ê berdewam bike.
Di vî şerî de, Kurdistan jî bûye qada cengê. Tevî ku Kurd dixwazin xwe ji vê agirê dûr bigirin, lê jeopolîtîka herêmê wan dixe nav şer.
Alîyên şer dixwestin Kurdan wek hêzên bejahî bikar bînin, lê Kurd neketine xefikê. Ev plan xeternak bû: nakokîyên mezhebgerî ya sunî û şîa 1400 sal in didomin, nakokîyên hêzên cîhanî yên parvekirina bazarê ji xwe li holê ne, herwiha nakokiyê Îsraîl û Îranê yên li ser esasê stratejîya tune bike – tune bike dikaibûn bi dehan Helebçe bianîna sere Kurdan.
Îro, şer berdewam bike an na, Îran êdî nabe Îrana berî 50 rojan. Heta eger aşitî mayinde jî, nakokiyên civakî, çandî, aborî, bîrdozî û siyasî li hole ne û çareser nabûne. Hêzên cîhanî li bendê ne ku zerarên xwe telefî bikin. Ji bo nûjenkirina sazî û binesaziyên wêranbûyî pêwîstî bi gelek amûran heye, ev jî Îranê neçarî hêzên derva dike. Îran wê neçar be petrol bifroşe, beşdarî bazara cîhanê bibe. Lê belê derîyên bazara cîhanê niha di destê hêzên ku pêra şerdikin de daye, wê demê Îrana pêşeroj objektîf neçarî Emerîka û hevalbendên wê ye.
Encam: Îran wê bi awayekî neçar bikin ku bibe parçek ji sîstema jeopolîtîk a cîhanê.
Derencam, şerê 40 rojî li ser Îranê, wê îro şunda jî gelekî bê guftûgokirin. Şer, wêraniyeke mezin anî, herweha rêvebiriya wî ya bîrdozî, eskerî, teknîkî û polîtk yê stratejik tune kir. Li gorî vê, gelo, rêvebiryên ku erk girtine û wê bigrin ê bikaribin barê welat hilgirin? An jî ev revebir welat wek berê bi rê ve bibin an na?
Çi dibe bila bibe, revbirîya nû êdî nikare li gorî xwe yekdengî û yekhelwestî sazke, ji ber di nava erkdaran de bêbawerî pir zêde ye, herwiha çemkê reformxwaz û tundrew bêhtir ê dijberî hev ê rawestin. Ev rewş ê di sosyolojîya Îranê de bibe zemîneke ku rêxistinên civakî derkevin pêş.
Kurd û Kurdistan ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Rewşa şer dewam bike jî rêxistinên heyî wê li dijî gelên Îranê nekevin pevçûnê, lê rêxistinkirina civakê wê bê rawestan berdewam bikin.
Bê guman hertişt wek tê gotin nameşe. Bi taybetî di mijara şer û sîyasetê da 24 demijmêr demeke dirêj e, agirbesta heyî pir nazik e û li gorî feraseta şerê hîbrît her xulekî derî ji her şêwazê şer û aşitiyê ra jî vekiriye. Yeqîn tiştek nîne.
Êdî li Îran’ê sanduqa pîrhevokê vebûye, pêşerojê wê çi bîne ne diyar e. Di vî şerî da tukes nikare bêje “ez serketime”. Ji ber ku tukes negihiştiye hedef û armancên xwe. Bi gotinekî din şer xilas nebûye, tenê navber e û rêbazên şer diguherin.










