🔴Piştî ku zêdetirî 40 rojan deriyên dibistanên Herêma Kurdistanê girtî bûn, îro nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekarên dibistanan û 200 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehan vegeriyan navendên perwerdeyê.
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Deriyên nêzîkî 7 hezar dibistanan li ber nêzîkî milyonek û 794 hezar xwendekaran vebûn.”
Li Herêma Kurdistanê ji bilî 7 hezar dibistanan, 20 zanîngeh û peymangehên fermî, 18 zanîngeh û 35 peymangehên taybet hene.
Berpirsekî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand:
“Derdora 200 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehên fermî û taybet hene û îro perwerdeya wan dest pê dike.”
Ji 28ê Sibatê ve ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, xwendin li Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.
29ê Adarê biryar hatibû dayîn ku amadebûna li polan were rawestandin û pêvajoya xwendinê tenê bi awayê online û dîjîtal bidome.
Sedema vekirina dibistanan çi ye?
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Perwerdeyê roja Înê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibû:
“Yekşemê 12ê Nîsanê, destpêkirina ducare ya perwerdeyê li hemû navendên xwendinê yên fermî û taybet ên li Herêma Kurdistanê li nav pol û kampusan dest pê dike.”
Amerîka û Îranê roja Çarşemê ragihandibû ku ew dê du hefteyan şer rawestînin û dest bi dan û standinan bikin.
Ev biryar bû bingeha sereke ya destpêkirina ducare ya perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê.
/rûdaw/









