Di Dîplomasiya Rojhilata Navîn de Pêvajoya Krîtîk: Şandeyên DYA û Îranê li Pakistanê ne

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Di roja 42yan a şerê li herêmê de, çavên cîhanê li paytextê Pakistanê ne. Li aliyekî hevdîtinên agirbestê tên kirin, li aliyê din gefên Serokê DYA’yê Donald Trump û şertên giran ên Tehranê nîşan didin ku pêvajoyeke dijwar li pêş e.

Li Îslamabada paytextê Pakistanê, di navbera şandeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de trafîkeke krîtîk a dîplomatîk dest pê kir. Tevî ku hewldanên ji bo agirbestê berdewam dikin, daxuyaniyên her du aliyan rageşiyê zêdetir dikin.

Şandeya Bilind a Îranê û Krîza Navxweyî

Şandeya Îranê ya bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf, ku Wezîrê Karên Derve Araghchî, Serokê Banka Navendî û rayedarên leşkerî jî di nav de ne, gihîşt Pakistanê. Tehranê eşkere kir ku heta Washington “pêşmercên” wan qebûl neke, ew ê rûniştinên fermî nekin.

Li aliyê din, tê gotin ku di nav desthilatdariya Îranê de nakokî hene. Li gorî agahiyan, Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wahîdî hewl dide rayeyên şandeya muzakereyê sînordar bike, ku ev yek wekî krîzeke navxweyî ya li Tehranê tê nirxandin.

Trump: “Keştiyên Me Yên Şer Amade Ne”

Serokê DYA’yê Donald Trump, li ser platforma Truth Social peyameke tund weşand û gef li Tehranê xwar. Trump îdîa kir ku tekane koza di destê Îranê de girtina Tengava Hurmuzê ye û got:

“Ji bilî şantaja bi rêya Tengava Hurmuzê, tu kozeke Îranê nîne. Eger encamek ji muzakereyan dernekeve, keştiyên me yên şer amade ne û dê bersiva pêwist bidin.”

Navbeynkariya ji bo Libnanê û Rewşa li Qadê

Dema ku li Pakistanê hevdîtin tên kirin, Washington hewl dide agirbestê ber bi Libnanê ve jî berfireh bike. Ofîsa Serokkomariya Libnanê ragihand ku Amerîka dê di navbera Îsraîl û Libnanê de navbeynkariyê bike. Her çend Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku ew daxwaza rawestandina êrîşan dinirxînin, lê artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başûrê Libnanê, di hundirê dibistanekê de navendeke moşekan a Hizbullahê rûxandiye.

Rapora Îstîxbaratê: Moşekên Îranê bi Dawî Nebûne

Tevî ku Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth berê gotibû “cephaneya Îranê qediya ye”, raporên nû yên îstîxbaratê ku di Wall Street Journal de hatine weşandin, berevajî vê nîşan didin. Li gorî raporê:

Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e.

Dikare di demeke kurt de binesaziya xwe ya avêtina moşekan nû bike.

Washington fikar dike ku Îran agirbestê wekî fersendekê ji bo “ji nû ve çekdarkirinê” bikar bîne.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Gora Dewrêşê Evdî li ber Windabûnê ye: Banga Parastinê!
JP Morgan Hişyarî Da: Dibe ku Bihayê Petrolê Bibe 120 Dolar

Nûçeyên Sereke