Xelatên Rojnamevaniyê yên Metin Goktepe Hatin Dayîn

🔴 NÛPEL – Xelatên Rojnamevaniyê yên Metin Goktepe ku îsal cara 29’an hatin organîzekirin, bi merasîmeke bi heybet gihiştin xwediyên xwe. Di merasîmê de peyamên piştevaniyê ji bo rojnamegerên girtî hatin dayîn û bal hat kişandin ser têkoşîna heqîqetê.

Xelat Diyarî Hero û Gulîstan hatin kirin

Di dema girtina xelatan de axaftinên bi bandor hatin kirin. Di merasîmê de rojnamegerên ku xelat girtin, bi bîranîna Hero Bahadîn û Gulîstan Tara dest bi axaftina xwe kirin û gotin: “Ez Hero û Gulîstan Tara bi rêzdarî bi bîr tînim û vê xelatê diyarî wan dikim.” Di berdewamiya axaftinan de, ji bo rojnamegerên girtî yên weke Ziya, Nedim, Alican û Îsmail bang hat kirin û hat destnîşankirin ku divê ji bo azadiya hemû rojnamegerên girtî têkoşîneke hevpar bê meşandin.

Peyama Piştevaniyê ji Malbatên Goktepe û Tosun

Xwişka Metin Goktepe, Meryem Goktepe û xwişka Hakan Tosun, Oznur Tosun jî beşdarî merasîmê bûn. Wan di axaftinên xwe de rojnamegerên ku di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û bal kişandin ser girîngiya piştevaniya di navbera rojnamegeran de.

Xelata Rojnamevaniya Herêmî ji Akin Bodur re hat dayîn

Xelata vê kategoriyê ji ber dosya sê rojî ya bi sernavê “Farklı dilde muayene” (Di zimanekî cuda de muayene) ku di rojnameya İskenderun SES’ê de hatibû weşandin, ji nûçegihan Akın Bodur re hat dayîn.

Xelata Taybet a Jûriyê ji bo Fadime Ana

Jûriya xelatê, bal kişand ser zext, binçavkirin û girtinên li ser rojnamegeran ên serdemê û di bin sernavê “Rojnamegerên Girtî û Rojnamevaniya di Bin Êrişê de” xelateke taybet diyar kir. Ev xelata watedar ji aliyê Meryem Goktepe ve hat pêşkêşkirin. Jûriyê biryar da ku vê xelatê bide dayika Metin Goktepe, Fadime Ana ku her tim dibêje: “Hûn hemû ji bo min Metin in.”

Merasîm, piştî dayîna xelatan bi girtina wêneyên komî bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

JP Morgan Hişyarî Da: Dibe ku Bihayê Petrolê Bibe 120 Dolar
Kalîbaf Şertên Îranê Yên Ji Bo Muzakereyê Ragihandin: Agirbesta Libnanê û Malên Blokekirî

Nûçeyên Sereke