🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) –Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya 9’ê Nîsanê parve kir. Li gorî raporê, li gelek bajaran baraneke bi birûsk û berf tê payîn. Ji bo 42 bajaran “koda zer” hat dayîn û hat diyarkirin ku pileya germê 4 heta 6 pileyî kêm dibe.
Li gorî nirxandinên dawî, li seranserê herêmê hewa dê pir ewrayî be. Tê pêşbînîkirin ku ji bilî bakurê Îzmîrê, li hemû herêman baran bibare.
Li Kîjan Bajaran Baran û li Kîjanan Berf Tê?
Barana bi Brûsk: Li bajarên wekî Amed, Riha, Sêrt, Dîlok, Stenbol, Îzmir, Antalya, Edirne û Sakaryayê baraneke dijwar û carna bi brûsk tê payîn.
Berf û Barana bi Berf: Li Enqere, Bolu, Kastamonu, Erzirom, Qers û Wanê barana bi berf û li hinek deran jî berf dê bibare.
Barana Zêde: Li herêma Botanê, Amedê, başûrê Serhadê, Antalya, Osmaniye û Hatayê; her wiha êvarê li Dersîm, Çewlîg, Agirî, Mûş û Xarpêtê baran dê pir zêde be.
Pileya Germê û Ba
Hewayê li herêmên başûr û rojava 4 heta 6 pileyî sar bibe. Li herêmên din guhertineke mezin nayê payîn. Derbarê bayê de jî hat gotin ku li rojhilatê herêma Serhadê leza bayê dê bibe 40-60 km/saet.
Sê Hişyariyên Krîtîk: Qeşa, Aşît û Koda Zer
Hişyariya Qeşayê: Li herêma Marmara, Ege û herêma Behra Reş a Hundirîn, ji bo cotkaran hişyariya qeşayê hat dayîn.
Xetereya Aşîtê: Li herêmên bilind ên Behra Reş û li rojhilatê Serhadê ji ber berfa zêde xetereya aşîtê (herfina berfê) heye.
42 Bajar bi Koda Zer: Meteorolojiyê ji bo 42 bajaran (di nav de Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Erzirom, Dersîm, Şirnex û Colemêrg hene) hişyariya “koda zer” kir û xwest ku welatî li hemberî neyîniyan hişyar bin.










