🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê aloziyên li gel Îranê de daxuyaniyeke gelekî tund belav kir û ragihand ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê li derdora Îranê di rewşa amadebaşiyê de ne. Trump destnîşan kir ku heta Îran mercên “Peymana Rastîn” bi cih neyne, leşkerên wan dê ji herêmê venekişin.
“Hêzên Me Li Cihê Xwe Dimînin”
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û eşkere kir ku hemû keştî, balafir û personelên leşkerî yên Amerîkayê dê li nav Îranê û derdora wê bimînin. Trump bal kişand ser hêza artêşa xwe û got:
“Hêzên me bi cebilxane û çekên zêde ji bo têkbirina dijminekî ku ji xwe berê lawaz bûye amade ne. Heta ku Îran bi temamî pêbendî peymanê nebe, em venakişin.”
Hişyariya Nukleerî û Tengava Hurmizê
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Trump hişyarî da Tehranê ku eger ji peymanê vekişin, dê rûbirûyî êrişên “bêhempa” bibin. Trump got: “Eger ew ji ber her sedemê pêbend nebin, wê demê dê êriş dest pê bike. Dê ev êriş ji yên ku heta niha hatine dîtin gelekî mezintir, baştir û bihêztir bin.”
Serokê Amerîkayê her weha tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin Îranê bibe xwediyê çekên nukleerî û destnîşan kir ku Tengava Hurmizê dê ji bo trafîka navneteweyî vekirî û ewle bimîne.
“Amerîka Vegeriya!”
Trump di dawiya peyama xwe de pesnê artêşa Amerîkayê da û diyar kir ku amadekarî di asta herî jor de ne. Trump bi van gotinan dawî li peyama xwe anî:
“Di vê navberê de artêşa me ya mezin xwe amade dike û bêhna xwe vedide. Ew bi rastî li benda serkeftina xwe ya nû ye. Amerîka vegeriya!”










