Erdogan û Serokê DYA’yê Trump bi telefonê axivîn: Rojev agirbesta li Îranê ye

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi rêya telefonê hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de mijara sereke agirbesta ku têkildarî Îranê hatibû ragihandin û geşedanên dawî yên herêmî bûn.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve hat parvekirin, her du lîderan li ser pevajoya piştî ragihandina agirbesta şeva borî ya di çarçoveya rageşiya Îranê de sekinîn.

“Pencereya Fersendê ya Du Hefteyan”

Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya ji bo agirbestê anî ziman û bal kişand ser girîngiya aştiyeke mayinde. Erdogan destnîşan kir ku piştî 40 rojên dijwar û bi fikar, niha “pencereyeke fersendê ya du hefteyan” vebûye. Erdogan got:

“Divê ev pêvajoya du hefteyan ji bo peymaneke aştiyê ya mayinde pir baş bibe nirxandin û rê neyê dayîn ku ev pêvajo were xerabkirin.”

Piştgiriya ji bo Hewldanên Çareseriyê

Erdogan her wiha diyar kir ku Tirkiye bi welatên dost û bira re, bi taybetî bi Pakistanê re, ji bo çareseriyê di nav hewildanan de ye. Hat destnîşankirin ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo van hewildanên aştiyê dê bi her awayî berdewam bike.

Van jî bibîne

 

KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir
Vansporê Serik Belediyesporê “Perîşan” Kir: 6-1

Nûçeyên Sereke