🔴 NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî ragihandina agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) û Komara Îslamî ya Îranê de li hesabê xwe yê X’ê peyameke piştgiriyê belav kir. Barzanî ev pêngav wekî derfetek ji bo “aştiyeke mayînde” bi nav kir.
“Ji bo Kêmkirina Aloziyê Gaveke Stratejîk e”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya aramiyê û ragihand ku ev agirbest ji bo parastina sivîlan û vegerandina diyalogê girîng e. Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:
“Ez piştgiriyê didim peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de. Ev bipêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e.”
Barzanî her wiha spasiya hemû aliyên ku di navbeynkariya vê peymanê de cih girtine kir û destnîşan kir ku hewlên wan di kêmkirina rageşiya herêmî de xwedî roleke mezin e.
Banga Niyeta Paqij û Aştiya Mayînde
Di berdewamiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku her du welat jî bi dilsozî li gorî agirbestê tevbigerin. Barzanî got:
“Ez hêvîdar im ku hemû alî bi niyeta paqij pêbendî vê sozê bin.”
“Pêwîst e ji bo aştiyeke mayînde bixebitin ku aramî, ewlehî û geşedanê li seranserê herêmê pêş bixe.”
Çi Qewimîbû?
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, wan agirbesteke dualî ya 2 hefteyî li gel Îranê qebûl kiriye. Ev biryar piştî aloziyên demdirêj ên li herêmê wekî nefeseke nû ji bo siyaseta Rojhilata Navîn tê nirxandin.










