Cuma Erçe: Werin em di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê bibêjin ‘Ji JES’ê re Na’

NûçeXweza

🔴NÛPEL – Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku li Gimgimê tê plankirin bang kir û got: “Em bang li hemû parêzvanên xwezayê û dostan dikin ku xwedî li berxwedana Gimgimê derkevin.”

Projeya Amerîkî û Metirsiya Li Ser 16 Gundan

Li navçeya Gimgimê (Varto) ya Mûşê, li ser sînorê gundê Xwarik (Çallıdere), Serokatiya Komîsyona Parêzgehê ya Walîtiya Mûşê destûr da avakirina Santrala Enerjiya Jeotermal (JES). Piştî pejirandina walîtiyê, hat ragihandin ku şîrketa bi navê IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ku navenda wê li Amerîkayê ye, dê di meha Gulanê de dest bi xebatên sondajê yên yekem bike.

Heke ev proje pêk were, dê rasterast bandorê li 16 gundan bike. Proje ne tenê aboriya herêmê û sewalvaniyê, lê di heman demê de cihên bawerî û pîrozgehên Aleviyan jî dixe bin metirsiyê. Hat diyarkirin ku pîrozgehên wekî:

Gireboa, Koribava, Nîşaneroj, Kalesipî, Şehidê Merge, Tekaye Kekebava, Ninga Dûndûle û Şehîdê Hopike dê ji ber van xebatan ziyaneke mezin bibînin.

Cuma Erçe: Erdên Me Pêşkêşî Tekelên Emperyalîst Tên Kirin

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cuma Erçe, bal kişand ser talana xwezayê ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku desthilatdarî daristan, çem û axa welat pêşkêşî şîrketên biyanî û hevkarên wan yên navxweyî dike.

Erçe di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Çar aliyê welat di bin navê ‘qada madenê’ de hatiye dagirkirin. Xweza bi xerabûneke mezin re rû bi rû ye. Eşk e ji bo wan canên ku xwedî li ax, daristan, av û jiyana xwe derdikevin û di vê rêyê de berdêlan didin.”

Banga Ji Bo Mîtînga 24’ê Nîsanê

Erçe destnîşan kir ku ev talan li her derê welat heye; ji Akbelenê heta Dersimê, ji Kazdağları heta Gimgimê her der di bin gefê de ye. Erçe ji bo piştgiriya berxwedana gelê Gimgimê ev bang kir:

“Em wek Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û saziyên Aleviyan, piştgiriyê didin îradeya gelê Gimgimê ya ji bo parastina xwezayê. Em ê di 24’ê Nîsanê de beşdarî mîtînga mezin a li Gimgimê bibin û piştgiriyê bidinê. Em bang li hemû parêzvanên jîngehê û dostan dikin ku bibin dengê Gimgimê. Em ji santrala jeotermal a li Gimgimê re dibêjin ‘Na’.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Li Şengalê Pîrozbahiyên Çarşema Nîsanê Dest Pê Kirin
10 mercên Îranê yên ji bo agirbestê çi ne?

Nûçeyên Sereke