Nivîskar Mahîr Bagok Piştî 21 Salan Hat Berdan

Nûçe

NÛPELNivîskarê Kurd Mahîr Bagok (Hafzullah Kaçmaz) ku ji sala 2005’an ve girtî bû, piştî qedandina cezayê xwe ji Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê hat berdan.

Mahîr Bagok di sala 2005’an de hatibû girtin û 21 salên temenê xwe di nav çar dîwaran de derbas kir. Bagok tevî şert û mercên giran ên girtîgehê jî, dest ji pênûsa xwe neda û bi berhemên xwe yên hêja cihê xwe di wêjeya Kurdî de girt.

Li Girtîgehê Keleheke Wêjeyê Ava Kir

Bagok ê ku di girtîgehê de xebatên xwe yên wêjeyî bi daxwazeke mezin meşand, gelek pirtûkên ku ji çîrok, helbest û romanan pêk tên li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Berhemên wî yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:

Pênc Kulîlkên Zivistanê

• Xelata Zindî

• Deriyê Sibehê

Dewsa Ramûsanên Birûskan

• Mezopotamya

• Tûrikê Bûnewer

• Siya Nepenê

• Çavqirpandina Hêviyê

• Henaseya Jiyanê

• Kefiyên Cihêreng

• Bêrîrihê

Nivîskar Bagok li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.

 

 

Van jî bibîne

 

Li Qamişloyê Ji Bo Azadiya Dîlgirtiyan Bang Li NY’yê Hat Kirin
Dayika Aştiyê Zekiye Alîm Koça Dawî Kir

Nûçeyên Sereke