AFAD’ê Rapora Pêşîn a Erdheja Wanê weşand

Nûçe

🔴 NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD), derbarê erdheja bi mezinahiya 5,2 ku di 4’ê Nîsanê de li navçeya Tuşba ya Wanê pêk hatibû, rapora xwe ya nirxandina pêşîn amade kir.

Li gorî rapora Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFAD’ê, erdhej di 4’ê Nîsanê de saet 08:52’an de bi mezinahiya 5,2 rû daye. Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre di bin erdê de bûye.

Gundê herî nêz: Baxdeşan

Di raporê de hat destnîşankirin ku cihê herî nêzî navenda erdhejê, bi dûriya 2,874 kîlometreyan gundê Baxdeşan ê ser bi navçeya Tuşbayê ye. Piştî navenda bajarê Wanê; Agirî, Îdir, Colemêrg û Bedlîs wekî bajarên herî nêzî herêma erdhejê hatin rêzkirin.

4 lerzînên piştî erdhejê

Li gorî daneyên AFAD’ê, ji dema erdheja sereke heta 5’ê Nîsanê saet 01:23’an, li herêmê bi mezinahiyên di navbera 1,3 û 3,2 de 4 erdhejên din (paşlerzîn) hatine pîvandin. Hat ragihandin ku sedema erdhejê û şikestina kîjan xetê (fay) ye, wê piştî xebatên sîsmolojîk û lêkolînên li qadê bi zelalî derkeve holê.

Daneyên dîrokî yên herêmê

Di raporê de cih hat dayîn ku herêma Wanê ji aliyê erdhejê ve çalak e. Li gorî qeydên ji sala 1900’î heta îro:

Li herêmê 296 erdhejên ku mezinahiya wan ji 4’an bilindtir in pêk hatine.

Erdheja herî mezin a di vê demê de hatiye tomarkirin bi mezinahiya 6,7 bûye.

Van jî bibîne

 

Dayika Aştiyê Zekiye Alîm Koça Dawî Kir
Mesrûr Barzanî: Yên Destê Wan di Xwîna Gelê Me de Hebe Dê Bên Cezakirin

Nûçeyên Sereke