HRNA: Di 24 saetan de 6 sivîl hatin kuştin 

Nûçe

🔴NÛPEL – Di 24 saetan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 15 baregeh hatin armancgirtin û 6 sivîl hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya binpêkirinên mafan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihand.

Li gorî raporê, di 24 saetan de li 11 parêzgehên Rojhilata Kurdistanê û Îranê 168 êriş hatin encamdan.

Di êrişan de 15 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, depoyên neftê û binesaziya atomî ya Îranê bûne armanc. Herwiha hat ragihandin ku herî zêde êrişî parêzgehên Îsfehan, Xuzistan, Tehran, Buşehîr, Faris û Hurmizganê kirine.

Di encama êrişan de 6 sivîl canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

HRNAyê diyar kir ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîl – Amerîkayê ve bi giştî hezar û 616 xelk hatine kuştin û ji van 244 jê zarok in.

Van jî bibîne

 

Li Enqereyê Civîna Krîtîk: Şandeya CHP’ê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ye
Li Tahranê 235 Kes Hatin Girtin

Nûçeyên Sereke