🔴Ji ber aloziya enerjiyê ya ku piştî êrîşên li ser Îranê kûr bûye, li Tirkiyeyê zamên dîrokî li ser bihayê benzîn û mazotê tên kirin. Tê payîn ku ji sibê pê ve lîtreya mazotê 7,67 lîre û ya benzînê jî 2,29 lîre biha bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Krîza enerjiyê ya cîhanî ya ku piştî êrîşên DY-Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, li Tirkiyeyê bandoreke giran li ser bihayê sotemeniyê kir. Li gel polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê, bandora şer jî lê zêde bû û barê gelê ku di bin enflasyonê de diçewise girantir kir.
Zama Mazotê Dîrokî Ye
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, ji sibê pê ve zameke mezin li ser lîtreya mazotê tê payîn. Tê gotin ku bihayê mazotê 7,67 lîre zêde bibe. Di benzînê de jî bihabûna 2,29 lîreyî di rojevê de ye. Lê belê ji ber sepana pergala “eşel mobil”, tê payîn ku ji zama benzînê tenê 57 quriş li pompayê were nîşandan.
Bihayên Nû Dê Çawa Bin?
Piştî van zamên dawî, bihayê sotemeniyê li bajarên mezin û li herêmê bi vî awayî tê texmînkirin:
Ji bo Mazotê (Lître):
Stenbol: 85,14 TL
Enqere: 86,27 TL
Îzmir: 86,54 TL
Bajarên Rojhilat (Bakurê Kurdistanê): 88,00 TL
Ji bo Benzînê (Lître):
Stenbol: 63,17 TL
Enqere: 64,14 TL
Îzmir: 64,42 TL
Bajarên Rojhilat (Bakurê Kurdistanê): 65,77 TL










