Rejîma Îranê, ciwanên bi navên Muhammed Amîn Bîglarî û Şahîn Vaheparast ên di çalakiyên meha Sibatê de hatibûn girtin, darve kir.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya li Îranê weşanê dike, da zanîn ku ciwanên bi navên Muhammed Emîn Bîglarî û Şahîn Vaheparast îro di danê sibehê de li girtîgehê hatine darvekirin. Ciwanên bi hinceta tevlibûna çalakiyên meha Sibatê hatin girtin, bi îdiayên “êrişa li dijî baregeha leşkerî ya nepen” û “tev li texrîbkirin û şewitandina van cihan” cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Doza her du ciwanan li Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatiya Abolghasem Salavatî dihat lidarxistin û di 8’ê Sibatê de cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Rejîma Îranê, di nava hefteya dawî de herî kêm 3 ciwan bi hinceta tevlibûna çalakiyan darve kir. Her wiha di hefteya dawî de 6 aktivîstên ji dosyayên siyasî darve kir.
/Ajansa Mezopotamya/









