🔴 NÛPEL – Koçberên ji herêma Serêkaniyê û gundewarên wê ragihandin ku ji ber hebûna çekdaran û rûniştandina kesên biyanî di malên wan de, ewlehiya vegerê nîn e. Koçberan bang kirin ku heta rûmet û ewlehiya wan neyê parastin, vegera wan ne pêkan e.
‘Gundên Me Wêran Bûne û Ewlehî Nîn e’
Mihemed El Wezo, şêniyê gundê El Rebîat ê navçeya Zirganê, bal kişand ser wêrankariya li gundên wan û diyar kir ku şert û mercên jiyanê li herêmê nemane. El Wezo got:
“Gundê me bi temamî hatiye wêrankirin. Malbat nikarin bi serê xwe vegerin; ne ewlehî heye û ne jî derfetên jiyanê. Em dixwazin bi awayekî komî, bi parastina rûmet û ewlehiya xwe vegerin ser axa xwe.”
‘Mala Min Di Destê Kesên Biyanî De Ye’
Koçberên ku bi ajansa ANHA’yê re axivîn, destnîşan kirin ku mal û milkên wan ji aliyê çekdar û kesên ku ji herêmên din hatine anîn ve hatine dagirkirin. Koçberê bi navê Sito yê ji gundê Til Beyderê diyar kir ku heta dagirker ji gundên wan dernekevin vegera wan ne gengaz e.
Sebo Hemê yê ji bajarê Serêkaniyê jî anî ziman ku dest danîne ser hemû hebûna wî û wiha axivî:
“Niştecihekî ku ez naxwazim ji ku derê hatiye di mala min de dijî. Li gundê El Ferîsa 140 donim erdê min heye, lê niha ew ji bo xwe diçînin. Em dipirsin; dê heta kengî ev dagirkerî di malên me de berdewam bike?”
Daxwaza Vegereke Bi Rûmet
Koçberên Serêkaniyê bi yek dengî bang li saziyên peywendîdar kirin ku ji bo derxistina komên çekdar û niştecihên biyanî gavan biavêjin. Koçberan destnîşan kir ku veger tenê di bin sîwana ewlehiyê û bi derketina dagirkeran ji ser milkên wan dikare pêk were.









