🔴Li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejek bi mezinahiya 5.2 çêbû.
NÛPEL – Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku îro serê sibê saet di 08.52an de li navçeya Tuşbayê erdhejek pêk hatiye. Li gorî agahiyên ewil, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre di bin erdê de hatiye tespîtkirin.
Erdhej li navenda Wanê û navçeyên derdorê bi awayekî giran hat hîskirin û bû sedema tirs û fikarê. Heya niha derbarê ziyanên canî an jî malî de daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin, lê tîmên AFADê ji bo kontrolkirina rewşê dest bi xebatên lêkolînê kirine.










