Figen Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe bû

Nûçe

🔴ADANA (Nûpel) – Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Figen Yüksekdağ ku ev 9 sal û nîv in di girtîgehê de ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mehmet Cavit Yuksekdag bibe, bi destûra taybet hat Adanayê.

Birayê Figen Yuksekdag, Mehmet Cavit Yüksekdağ ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Yuksekdag, ji bo birayê xwe yê ku çû ber dilovaniya Xwedê, li Adanayê beşdarî merasîma oxirkirinê bû. Di merasîmê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek kesên din jî amade bûn.

Di nava 9 salan de 4 endamên malbata xwe winda kirin

Figen Yuksekdag a ku ji sala 2016’an ve di Girtîgeha Kandirayê de tê girtin, di vê pêvajoya girtîgehê de gelek caran bi êşa malbatê re rû bi rû ma. Yuksekdag beriya niha bavê xwe Mevlût Yuksekdag (2021), birayê xwe yê mezin Huseyîn Refet Yuksekdag (2024) û xwişka xwe Saniye Yuksekdag (sala borî) winda kiribû. Bi wefata Mehmet Cavit Yuksekdag re, Yuksekdag di nava 9 sal û nîvên girtîgehê de 4 endamên malbata xwe oxir kirin.

Yuksekdag piştî merasîma cenaze û sersaxiyê, dê dîsa birin Girtîgeha Kandirayê.

/Çavkanî: Birgun/

Van jî bibîne

 

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li Amedê: “Pêwîstiya Vî Bajarî bi Xizmetê Heye”
Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê biryara ‘ÇED ne hewce ye’ betal kir

Nûçeyên Sereke