Li Mexmûrê Mîhrîcana 18’emîn di Roja Duyem de ye: Pêşbaziyên Sporê bi Kelecan Derbas Bûn

🔴MEXMÛR (Nûpel) – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiyên “18’emîn Mîhrîcana Çand û Sporê ya 4’ê Nîsanê” ku her sal bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja xwe ya duyem de bi pêşbaziyên werzîşî berdewam kir.

Bi Rêzgirtinê Destpê Kir

Bernameya roja duyem, îro serê sibehê li Sahaya 4’ê Nîsanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên doza azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, di navbera xwendekarên astên seretayî, navîn û amadeyî de pêşbaziyên cuda û bi heyecan hatin lidarxistin.

Pêşbaziyên Sporê û Xelatdayîn

Di mîhrîcanê de xwendekar di gelek şaxên sporê de bûn hevrikên hev:

Beza Maratonê

Beza 100 û 400 metreyî

Pêşbaziya Bisiklêtê

Bilindavêtin û Dirêjavêtin

Piştî bidofahiya pêşbaziyan, merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Ew xwendekarên ku di qadên xwe de bûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn, bi xelatên curbecur hatin rûmetdarkirin.

Bernameya Sibe: Çandina Daran û Şahî

Tê payîn ku mîhrîcan sibe danê sibehê bi çalakiyên jîngehparêziyê û çandî bi dawî bibe. Li gorî agahiyan, wê sibe dar werin çandin û bi şahiyeke girseyî mîhrîcan bigihîje lûtkeya xwe.

/Çavkanî: Rojnews)

Van jî bibîne

 

Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê biryara ‘ÇED ne hewce ye’ betal kir
Li Girtîgeha Dumluya Erziromê Binpêkirinên Mafan: Paqijî Weke Sûc Hat Hesibandin!

Nûçeyên Sereke